Kemalbay: HDP baxçeyê gelan e

img

STENBOL - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay ku beşdarî konferansa amadekariyên kongre bû, li dijî rexne û polîtîkayên êrîşkar ên li ser partiya xwe got “Dê daxwaza wan di qirika wan de bimîne. Em partiya gelan in. Em ê li vî welatê baxçeya gelan bi hevre bijîn.” 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo 3'emîn Kongreya Asayî ya di 11'ê Sibatê de pêk bîne, Konferansa Herêma Marmarayê li Labella Teras a navçeya Şîşlî ya Stenbolê pêk anî. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Serpîl Kemalbay, parlamenterên HDP’ê, rêvberên navçe û bajarên Herêma Marmarayê beşdarî konferansê bûn. Piştî dîwan hat hilbijartin, axaftina vekirinê Kemalbay kir. 
 
'HÊZA WAN TÊRA ME NAKE'
 
Kemalbay, diyar kir ku Demîr pişt3ı 434 rojan duh anîn salona dadgehê û wiha axivî: “Piştî 434  rojan me karî em merhabat bidin hev. Emê li dijî hemû êrîşan li ber xwe dibin. Dê hêza wan têra me neke. Armanca AKP’ê ewe ku berxwedana gelan binpê bike. Hemû hewldanên AKP’ê yên ji 7’ê Hezîranê û vir ve ji bo vê yekê ne. Li dijî êrîşîn topyekûn em berxwedanek tupyekûn danî holê. Sala 2017’an wisan derbas bû. Dê di sala 2018’an de ji bo rûxandina Qesrê emê berxwedanek mezintir danin holê.”
 
'JI BER SEKNA POLÎTÎK CEZAYAN DIDIN'
 
Kemalbay, bal kişand ser cezakirinên wekîlên HDP’ê û wiha bilêv kir: “Ceza dan hevalên me Îdrîs Baluken, Abdullah Zeydan, Sebahat Tuncel û gelek hevalên me yên din. Ên ku hevalên me ceza kirin, nikarin kujerên du zarokên li Sîlopiyê dibin panzêranda hiştin bidarizîn in. Ev tablo dide xuya kirin ku çima pêwîstî bi me heye. AKP li aliyekê dest bi pêvajoya çareseriyê dike û li aliye din jî bi destê MÎT’ê belgeyên komployên ku avakirin em dibîn in. Êdî kes nemaya ku destê AKP’ê bigire. Derket holê ku AKP dixwaze tevgera gelê kurd tasfiye bike. Ji bo em van polîtîkayan teşhîr bikin û yeketiya gelên Tirkiyeyê ava bikin, erk ji bo me hatiye dayîn. ”
 
'DÊ DAXWAZA WE DI QIRIKA WE DE BIMÎNE'
 
Kemalbay, bersiv da îdîayên “Dinava HDP’ê de dabeşbûn hene” û wiha bi dawî kir: “Dê daxwaza we di qirika we de bimîne. Em partiya gelane .Em ê di vî welatê baxçeya gelan de, bi hevre bijîn. Em tu carî ji vê yekê gav paşve ne avêjin. Êdî hûnê nekarin hebûna xwe bidomîn in. Ji ber ku HDP heye, Yuksekdag, Demîrtaş û em hene, bi mîlyonan gel hene.”
 
Piştî axaftina Kemalbay, konferans ji çapemeniyê re girtî ber dewam dike.