Şermezarkirinên 4’ê Mijdarê: Em ê li hundir û derve li ber xwe bidin

img

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi munasebata salvegera “Darbeya Siyasî ya 4’ê Mijdarê” ya li hemberî siyasetmedarên HDP’ê li gelek navenda daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku li hundir û derve jî dê HDP têkoşîna xwe bidomîne. 

Yek ji bûyerên ku derbasî dîroka siyasî ya Tirkiyeyê bû, operasyona ku di 4’ê Mijdara 2016’an de li dijî HDP’ê pêk hate ye. Di vê operasyonê de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksedag jî di nav de 12 parlamenterên HDP’ê hatin binçavkirin. 
 
PARLAMENTER HATIN GIRTIN
 
Piştî binçavkirinê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksedag, Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk, Selma Irmak, Abdûllah Zeydan, Îdrîs Balûken, Gulser Yildirim û Nûrsel Aydogan hatin girtin û Ziya Pîr, Îmam Taşçier û Sirri Sureyya Onder jî bi şertê “kontrola edlî” hatin berdan. 
 
HER ZEXT BERDEWAM KIRIN
 
Piştre di nav demê de ji parlamenterên girtî Selma Irmak, leyla Bîrlîk, Ferhat Encu û Bûrcû Çelîk hatin berdan. Ên din hê jî girtî ne. Ji vê rojê heta niha di operasyonên ku li dijî HDP’ê hatin lidarxistin de 15 parlamenter hatin girtin û 27 parlamenter jî 67 caran hatin binçavkirin. 
 
NAVENDÊN DAXUYANÎ LI WAN HATIN DAYÎN
 
Di ser darbeya ku li dijî HDP’ê pêk hat de 4 sal derbas bûn. Bi munasebata salvegera darbeyê ji aliyê rêxistinên HDP’ê yên bajarên mîna Enqere, Stenbol, Riha, Mêrdîn, Amed, Şirnex, Dersim, Edene, Hatay, Çewlik, Semsûr, Wan û Agiriyê ve daxuyanî hatin dayîn û darbe hat şermezarkirin.
 
DÊ TÊKOŞÎN BIDOME
 
Di hemû daxuyaniyan de zext û pêkutiyên ku li ser HDP’ê tên meşandin hatin bibîrxistin û hat destnîşankirin ku hem li girtîgehan û hem jî li derve jî dê HDP’î têkoşîna xwe bidomînin û di siyaseta demokratîk de israr bikin.