HDP: Em cezayê li Zeydan hatiye birîn nas nakin

img

ENQERE - Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran got ku ew biryara li parlamenterê wan Abdullah Zeydan hatiye birîn nas nakin.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, li ser cezayê girtîgehê yê 8 salan ê li Parlamenterê HDP'ê ya Colemêrgê Abdullah Zeydan hatiye birîn, daxuyaniyeke nivîskî da.
 
Başaran da xuyakirin ku 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bi îdiayên bêdelîl 8 sal, mehek û 15 roj cezayê girtîgehê li Parlamenterê Colemêrgê Abdullah Zeydan yê ji 4'ê Mijdara 2016'an ve girtî ye biriye. 
 
Başaran diyar kir ku li ser sûcdariyên di angaştnameyê de hatine kirin lêkolîna pisporan nehatiye kirin û parêzerên parastin kirine jî ketine ber lêpirsînê.
 
Başaran da zanîn ku anagştname li ser biryara desthilatdariyê hatiye amadekirin û cezayên li parlamenterên HDP'ê tên birîn gavên ji bo xistina parlamenteriya wan e.
 
Başaran di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got, "Ev biryara ku ji aliyê dadgeriya bi desthilatdariyê ve girêdayî hatiye dayin, ji bo me û ji aliyê pîvanên hiqûqa demokratîk a gerdûnî û di nava gel de ti hukmê xwe, ti qîmetê xwe nîne. Em bi ti awayî hurmetê nîşanî dadgeriya ku ev biryar dane, nadin."