Pencewînî: Ger şer derkeve wê li Kurdistanê belav bibe

img

NAVENDA  NÛÇEYAN  - Siyasetmedareke bi tecrûbe yê Herêma Kurdistana Federe Mihemed Emîn Pencewînî, diyar kir ku ger şereke  li Başûrê Kurdistanê rû bide, wê li tevahiya Kurdistanê belav bibe û got: "Hêzên derve de, hewl didin di nava kurdan de şerekê navxweyî derbikeve."

 
Tirkiye operasyonên xwe yên Herêma Kurdistana Ferdere yên li dijî PKK'ê dewam dike. Bêdengiya KDP'ê ya li hemberî van operasyonan hem dibe sedema rageşiyan û hem jî dibe  sedema bertekan. Bi taybetî piştî peymana Şengalê ya di navbera Hikumeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Federe de hat erêkirin û sewqiyeta eskerî ya ji bo herêmê hat kirin, ev rageşî mezintir kir. Ji bo ku ev rageşî nebe sedema şerekê di navbera PKK û KDP'ê de, ji raya giştî ya kurd bangên girîng tên kirin. 
 
Rewşenbîr û siyasetmedarê Kurd ê bi tecrûbe Mihemed Emîn Pencewînî yê li Herêma Kurdistana Federe dijî, bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser "Şerekê gengaz ê di navbera kurdan de" û banga hestiyariyê li her du aliyan kir. 
 
Daxuyaniya Pencewînî wiha ye:
 
"Bangewaziyek ji bo hemû rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar, hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, hemû welatparêz û Kurdperweran re.
 
Birêzan, ew çend rojin ku zengila xeterê şerê Kurd bi Kurd tê lêdan, bi taybetî piştî ku Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de hatiye gotin sê kes (band) destgîrkirine ku xwastine karê terorîstî bikin û ji bo wê mijarê PKK’ê tawanbar kirine. Her wiha hem Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ew û her sê endamên wan ên di Encûmena Asayîşa Herêm de cih digirin, ji wê yekê bê agahin û wê daxuyaniyê jî qebûl nakin. Ew rewşe bê hêvîtî û peritînek zêde di nava gel de çêkiriye.
 
PKK’ê jî li ser zimanê birêz Murad Karayilan ragihand ku ew tawane nerastin û amade ne ku bê şer, bi rêya diyalogê hemû pirsgirêkan çareser bikin. Ew yek nêzîkatiyeke erênî ye.
 
Birêzan; eger şer biqewime wê ne tenê şerê PDK û PKK’ê be belku vê şerê hemû Kurdan be, wê bibe şerê Bakur û Başûr, wê bibe sedema lewazbûn û bênirxkirina doza Kurd a li hemû cîhanê. Pêvajoya siyasî ya Başûr ber bi aloziyekê ve diçe ku wê pirsgirêka Kurd nîv sedsalî bi paş ve bibe. Ew jî tîrên dawî yên du dewletên dagirker e li ser dilê Kurd dixin.
 
Birêzan; bi wê nasnava ku ez di şerê 1992’an a PKK û Eniya Kurdistanî, şerê PKK û PDK û YNK’ê de wek navbeynkar bûm gelek aliyên veşartî yên şer ji min re eşkere bûn ku hemû jî ji bo tinekirin û lewazkirina doza Kurd bûn.
 
Birêz Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê kek Mesûd Barzanî, birêz Serokê Herêma Kurdistanê kak Nêçîrvan Barzanî, birêz Serokwezîr kak Mesrûr Barzanî, birêz Seroka Parlementoyê Rêwas Fayiq, birêz kak Kosret, birêzan Şêx Lahûr, kak Bafil Talibanî, kak Qubad Talibanî, hevalên hêja birêz Cemîl Bayik, Murad Karayilan û heval Sebrî Ok; ez ji we daxwaz dikim ku hûn hemû bi hev re hewl bidin pêşî li rêya vê plana dijminê Kurd bigirin! Ji bo agahiya we hebe, ez di her şert û mercekî de li gel her yek ji we birêzan ew druşme dubare kiriye ku du hêzên sereke û bi bandor li Kurdistanê hene û dikarin di hemû lîstokan de rol bilîzin. Eger PDK û PKK lihevkirî û hevgirtî bin wê doza Kurd bi pêş ve biçe û nêzîkî armancên me yên sereke bike. Eger ew du hêzane nakok û di nava şer de bin, wê hêzên din jî birizin û doza Kurd ber bi tinebûn ve bibin. Em hemû bi hevre hewl bidin û şerê Kurd û Kurd boykot bikin."