Surucu: Vekirina ala DAÎŞ’ê hewldana ji nûve avakirinê ye

img
RIHA - Komên çekdar ên paramîlîter, li Efrînê ala El-Kaide, li Serêkaniyê jî ala DAÎŞ'ê vekirin. Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu bertek nîşanî vê yekê da û anî ziman ku vekirina ala DAIŞ'ê hewldana ji nûve avakirina DAIŞ'ê ye. 
 
Komên çekdar ên paramîlîter ku girêdayî OSO û Tirkiye ne, li Serêkaniyê ala DAIŞ'ê û li Efrînê jî ala El Kaîde vekirin. Têkildarî mijarê Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu, mijar anî rojeva meclîsê. Surucu, anî ziman ku DAIŞ'ê li dijî gelê Kurd, Êzidî, Turkmen, Erap, Suryanî û Ermenî komkujiyên mezin kirin û wiha got: "DAIŞ'ê li Rojhilata Navîn di dîrokê de bûye dîroka şermê. Vekirina ala DAIŞ'ê tê wateya ku DAIŞ ji nûve dixwaze xwe ava bike. Piştî DAIŞ'ê serdestiya xwe ya li qadê winda kir, em dibînin ku li herêma Tirkiye serwere dîsa DAIŞ alê vedikeev nîşan dide hewldana ji nûve avakirinê heye. Divê vekirina DAIŞ'ê ji aliyê meclîsê ve bê lêkolînkirin.