Dê Wan bi ruhê 7'ê Hezîranê biçe kongreya HDP'ê

img

WAN - Li Wanê HDP'iyan ji bo kongreya ku dê di 11'ê Sibatê de li Enqereyê bê lidarxistin zend û bend badan. HDP'î hewl didin ku bi girseyeke hezar kesî tev li kongreyê bibin û wiha gotin: "Em ê bi ruhê 7'ê Hezîranê tev li kongreyê bibin. Arena têra me nake."

Li Wanê jî ji bo Kongreya Asayî ya 3'yemîn a HDP'ê ku dê di 11'ê Sibatê de li Enqereyê bê lidarxistin amadekarî dest pê kirin. Li bajêr gelek endamên partiyê ji bo kongreyê tev digerin. Endamên komîsyonê gotin ku di serî de jin wê bi hezaran kes ji Wanê tev li kongreyê bibin û ew ê di kongreyê de bersiveke baş bidin çewisandin û zextên 2 sal in didomin. 
 
DÊ BI 23 OTOBÊSAN BIÇIN ENQEREYÊ 
 
Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Yadîşen Karabûlak der barê kongreyê de axivî û ji bo kongreyê bang li hemû partiyiyan kir da bi awayekî girseyî tev li kongreyê bibin. Karabûlak ev tişt gotin: "Beriya kongreyê me li Wanê 4 konferans li dar xistin. Ji nîqaşên di konferansan de jî derket holê ku dê bi girseyî beşdarbûyînek çê bibe. Di dest me de bi hezaran broşur hene. Em rêveberiya Wanê em ê mal bi mal, kuçe bi kuçe, tax bi tax van buroşuran belav bikin û mirovan vexwînin kongreyê. Wê gelê Wanê bi ruhê 7'ê Hezîranê tev li kongreyê bibe. Me starta xebatên xwe daye. Ji bo vê me komîsyona kongreyê ava kir. Heta niha ya kifş ew e ku em herî kêm bi 23 otobêsan tev li kongreyê bibin. Em ê bi dirûşmeya 'em ê bi ser kevin, em ê bi ser kevin' tev li kongreyê bibin." 
 
'WÊ GELÊ WANÊ XWEDÎ LI VÎNA XWE DERKEVE' 
 
Karabûlak betalkirina parlementerên Wanê Fîgen Yuksekdag û Tûba Hezerê bi bîr xistin û got ew ê betalkirina parlemneteriyan, girtinan û êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan li vala derxînin. Karabulak diyar kir ku li gel hemû êrîş û girtinan jî wê Serhed û Wan bi awayekî hêzdar tev li kongreyê bibe û ew ê li kongreya xwe û hevserokên xwe xwedî derkevin.
 
'EM Ê BI GOVEND, GOTIN Û COŞA XWE TEV LÊ BIBIN' 
 
Endama Komîteya Kongre û Amadekariyê Nesîbe Akdag jî diyar kir ku wan bi sê kesan komîsyon ava kiriye û der barê xebatên ji bo kongreyê de ev tişt gotin: "Me pêşî bi navçeyên li navendê re hevdîtin çê kirin. Niha hevdîtinên me yên navçeyên didin didomin. Ya ji bo me hatiye diyarkirin hezar kes e. Ev teqabulî 23 otobêsan dike. Em bi vê armancê diçin navçeyan. Lê me ji bo Erdîşê Kongre 2 otobês diyar kirin. Ancax gelê Erdîşê got du otobês kêm in û ew sê otobêsan dixwazin. Em ê bi coşek mezin biçin vê kongreyê. Kapasîteya eywana kongreyê 30 hezar e, lê em hewl didin wir bi 50 hezarî tije bikin. Wê 30 hezar li hundur 20 hezar jî li derve be. Enqere paytexta Tirkiyeyê ye û em ê li wir nîşan bidin ku em neqediyane. Em ê bibêjin em hîn jî li ser piyan e û li ber xwe didin." Akdag got ku ew ê bi govend, gotin û coşa xwe tev li kongreyê bibin. 
 
‘WÊ PAYTEXTA SERHEDÊ BI AWAYEKÎ GIRSEYÎ TEV LI KONGREYÊ BIBE' 
 
Endamê Komîteya Kongre û Amadekariyê Feyyaz Başak jî bi bîr xist ku çawa Enqere paytexta Tirkiyeyê ye, Wan jî dilê Serhedê ye û wiha got: "Em ê bi awayekî hêzdar tev li kongreyê bibin. Em ê xebatên xwe bi ruhê seferberiyê bidomînin. Em li navçeyên xwe digerin, morlaê gelê moralê me baş dike. Li hemberî hemû polîtîkayên tasfiyeyê û binçavkirin û girtinan em ê li paytextê Tirkiyeyê Enqereyê dengê xwe bilind bikin. Wê eywana 30 hezar kesî têra me neke." Başak destnîşan kir ku ew ê bi kongreyê dengê xwe bilintir bikin û ji bo vê xebatên wan didomin. Başak got ku ew ê mal bi mal, derî bi derî bigerîn û gel vexwînin kongreyê.