'Erdogan dixwaze pîvanên xwe yên xwînî li Ewropayê bisepîne'

img

STENBOL - Parlementera Partiya Çepgir a Alman (Die Linke) Cansu Ozdemir, got ku hikûmeta tirk cesaretê ji têkiliyên di navbera Almanya û hikûmetên Tirkiyeyê de werdigire. Ozdemîr Serokomar Erdogan jî tawanbar kir û got: "Dixwaze pîvanên xwe yên xwînî li welatên Ewropayê jî bisepîne." 

Di sala 2017'an de têkiliyêm dîplomatîk ên navbera Tirkiye-Almanyayê nebaş bûn û bi piranî dijraberî hevbûn. Di paşperdeya vê planê de têkiliyên aborî mezin bûn, restkirina rûbirû dest pê kir û krîzeke siyasî ya gihaşt asta ku hevdu bi Naziyê tawanbar bikin xwe da der. Bi vê re Almanya leşkerên xwe yên li Binkeya Încîrlikê paşve kişandin û li Binkeya El Azrak a Urdunê bi cih kirin. Di sala 2017'an de tiştên bi vî rengî qewimîn, lê belê di destpêka 2018'an de ev dîmen rengekî din li xwe bar kir. 
 
Di 2'yê Çileyê de Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê, Wezîrê Karên Derveyyê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglû vexwand mala xwe û bi destê xwe çay îkramî wî kir. Piştî destpêkirina vê nêzîkatiya siyasî ya di navbera Tirkiye û Almanyayê de, komên nîjadperest ên li Almanyayê bi çekê êrîşî lîstikvanê Amedsporê Deniz Naki kirin.  Parlementera Partiya Çepgir a Alman (Die Linke) û Seroka Koma Meclîsa Hambûrgê ya Die Linkeyê Cansu Ozdemir, geşedanên rûdan ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxandin. 
 
Ozdemîr, bi lêv kir ku di asasê xwe de di navbera têkiliyên Almanya-Tirkiyeyê de krîzek rû nedaye û heta meha Îlonê ya sala borî yanî hilbijartina Meclîsa Federe, dema partiyên hikûmetê CDU û SPD, bertekên civaka alman û raya giştî yên li hemberî hikûmeta tirk dîtin, mecbûr man bi zimanekî tund bersivê bidin. Ozdemîr diyar kir ku piştî pêvajoya hilbijartinê, zimanê hikûmeta alman nerm bûye û piştî hilbijartinê êdî partiya CDU û SPD'ê yên bi tevkarî hikûmet pêk anîn, bertekên gel û raya giştî esas nagirin. Her wiha Ozdemîr destnîşan kir ku ji ber Tirkiye di warê aborî de tengijiye û neçar maye nêzî Almanyayê bibe, lewra pêdiviya wê bi veberhnanên alman heye û dixwaze almanan li peravên Antalyayê bibîne. 
 
'TÊKILÎ LI SER BERJEWENDIYAN HATIN DANÎN' 
 
Parlementera Partiya Çepgir Ozdemîr, Wezîrê Karên Derveyê yê Almanyayê Sigmar Gabriel wek "dostê saadiq" ê Tirkiyeyê pênase kir û got ku ji xwe nedihat payîn ku bi awayekî din nêz bibe. Ozdemîr destnîşan kir ku Wezîrê Karên Derveyê yê Almanyayê Sigmar Gabriel berî gotibû "Bila Deniz Yucel bê berdan, em ê jî îxracata çekan a ji bo Tirkiyeyê pesend bikin" û bi vî awayî raya giştî xapandiye. Ozdemîr bi lêv kir ku di sala 2017'an de di navbera Tirkiye û Almanyayê de krîzek hebû, lê belê di 4 mehên ewil ên sala borî de fîrmaya çekan a alman bi buhayê 5 milyon û 600 hezar Euro çek û muhîmat dane Tirkiyeyê. Ozdemîr got ku yanî li gel krîza siyasî jî tu firotina çekan ranewestiyaye. Ozdemîr diyar kir ku Gabrîel polîtîkaya "Em têkiliyên xwe yên berjewendiyî pêş ve bixin, kî di girtîgehê de ye, kî tê qetilkirin, li nêv Almanyayê li hemberî kîjan muxalifî êrîşa çekdarî pêk hatiye qet ne xem e" disepîne. 
 
'TIM KURD KIRIN QURBAN' 
 
Ozdemîr destnîşan kir ku hikûmeta alman tu carî bi awayekî cidî binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê neaniye ziman û rexne nekirine. Ozdemîr wiha domand: "Heke dewleta alman di têkiliyên xwe yên dîplomatîk de bi awayekî ehlaqî û etîk tev bigeriyana, wê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re baş nekirina. Wê Gabriel, Çavuşoglû nehebandana mala xwe û li ber wî çok neşikandana." Ozdemîr got ku dema di salên 90'î de gundên kurdan dihatin rûxandin û kurd hatin rûxandin û li Cizîrê sûc hat kirin, tim û tim ji bo van bazariyên qirêj kurd kirin qurban. Her wiha Ozdemîr got ku dewleta alman dizane ku Tirkiye rêxistina terorî DAIŞ'ê destek dike, lê belê di vî warî de jî tu rexne lê nekirine.
 
Ozdemir got ku ji ber demeke dirêj e li hemberî pîkanînan dewlet xwe li nedîtinê datîne, Serokomar Erdogan li Almanyayê bi awayekî rihet tor û şebeke ava kirine û her diçe ev hêzdartir dibe û balê kişand ser komên nîjadperest ên tirk ên li Almanyayê. Ozdemîr wiha domand: "Sê şaxên vê torê hene; siyasî, dînî û çekdarî. Şaxa çekdar û ya herî talûke 'Osmanene Germania (Osmaniyên Almanyayê) ye û ev koma çeteyî di sala 2015'an de hatiye avakirin û ketiye dewrê. Derket holê ku Parlementerê AKP'ê Metîn Kulunk pere ji vê çeteyê re şandiye. Bi vî pereyî çek hatin kirîn." 
 
'ERDOGAN DIXWAZE PÎVANÊN XWE YÊN XWÎNÎ LI WELATÊN EWROPAYÊ BISEPÎNE' 
 
Ozdemîr balê kişand ser gotinên Parlementerê HDP'ê Garo Paylan ku di Meclîsê de gotibû komên tetikêş ji bo sûîqastê şandine Ewropayê. Ozdemîr wiha domand: "Dema em qetilkirina sê jinên siyasetvan ên li Parîsê hatin qetilkirin, planên suîqastê yên li hemberî Hevseroka Kongreya Civaka Demokrastîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDE-E) Yuksel Koçê derxînin holê û herî dawî me dît ku hewl dan li hemberî Denîz Nakî suîqastê pêk bînin. Dixwazin hemû kesên di lîsteya mirinê de nivîsandine bikujin, wan çavtirsandî bikin. Erdogan hewl dide pîvanên xwe yên xwînî li welatên Ewropayê jî bisepîne. Dewleta alman bi salan li hemberî vê rewşa cidî û talûke xwe li bêdengî û nedîtiyê danî û berjewendiyên xwe derxistin pêş." Ozdemîr diyar kir ku heke dewleta alman tevdîr bigirtanan wê planên suîqastê yên li hemberî Yuksel Koçê, yên li hemberî saziyên kurdan û girseya kurdî asteng bikirana. Ozdemîr got ku ji ber tevdîr nayên girtin herî dawî Nakî bi êrîşeke wisa re rû bi rû ma. 
 
MA / Yasin Kobulan