Koma Meclîsê ya HDP'ê danezana encamî ya civîna xwe daxuyand

img

ENQERE - Koma Meclîsê ya HDP'ê danezana encamî ya civîna ku li Amedê çê kir û du rojan domand daxuyand. Di danezanê de hat diyarkirin ku amadekariyên Kongreya Mezin ku dê di 11'ê Sibatê de bê lidarxistin dest pê kirine. Hat destnîşankirin ku ku dê kongre ji bo hemû hêzên demokratîk û muxalefeta civakiyî bibe cih û firsenda piştevanî, hevparî û berxwedanê.

Koma Meclîsê ya HDP'ê encamên civîna ku du li Amedê çê kir û du rojan domand bi raye giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku civîn bi beşdarbûyîna parlementerên ku parlementeriya wan hatiye betalkirin çê bûye û ji pêvajoya binçavkirin û girtina parlementeran û heta niha hemû geşedan û qewimîn bi serketin û binketinên xwe hatine nirxandin û di çarçoveya rojeva siyasî ya 2018'an de peywirên koma HDP'ê li ber çavan hatine girtin û nirxandin. 
 
Di danezanê de ev tişt hatin gotin: "Tenê di 3 rojên dawî de li gel Balûken, sal û 6 meh ceza li alîgira hevserokatiya me ya giştî Aysel Tûglûk, sal û 9 meh li parlementera me ya Şirnexê Leyla Bîrlîk, sal û 3 meh li parlementera me ya Amedê Nûrsel Aydogan, sal û 6 meh li parlementerê me yê Wanê Ayhan Geverî, 2 sal û meh li Hevseroka Giştî ya DBP'ê û parlementera serdema 23 û 24'emîn Sabahat Tuncelê hatiye birîn." Di danezanê de hat destnîşankirin dadgeh bi sazûmaniya fabrîkayan cezayan hildiberînin û sedema van cezayan jî ew e ku hêza sêyemîn a Meclîsê HDP'ê bin pê bikin û tune bikin. 
 
Di danezanê de hat diyarkirin ku di vê çarçoveyê de dê di 11'ê Sibata 2018'an de HDP li Enqereyê bicive û Konreya Asayî ya 3'yemîn li dar bixe û dê kongre ji bo hemû hêzên demokratîk û muxalefeta civakiyî bibe cih û firsenda piştevanî, hevparî û berxwedanê.
 
Di danezanê de wiha hat gotin:
 
"Wê di rojên pêş de parlementerên me; 
 
* Wê di konferansên me yên li herêman, hedef û armanca me ya serdema nû bi endamên me re nîqaş bikin û zelal bikin. Di warê amadekariyên polîtîk û fikrî yên kongeryê de çi bikeve ser milên wan dê bikin, 
 
* Wê li Desteya Giştî ya Meclîsê û komîsyonên wê berdevkiriya maf û berjewendiyên me yên gel bidomînin, 
 
* Wê li hemberî ferzkirina kincên yek tîpî ya li girtîhgehan dnegê xw ebilind bikin û wê têkoşîna wan a ji bo azadkirina bi hezaran girtiyên siyasî bidome, 
 
* Wê li hemberî xizanî û nelirêtiyê bitêkoşin, 
 
* Hem li hundur hem jî li derve ji bo dawî li Rewşa Awarte û amadekariyên şer bê, wê tev bigerin û hewl bidin, 
 
* Ji bo hevkariya têkoşîna li dijî faşîzmê û dagirkariyê ya gelên me bilind bikin, çi ji destê wan bê wê bikin. 
 
'BIRYARA DEMÎRTAŞ CIHÊ XEMGÎNIYÊ YE LÊ, RÊZA ME JI BO VÊ BIRYARÊ HEYE' 
 
Di danezanê de hat destnîşankirin ku biryara ku dê nebe namzet a Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê bi awayekî derhuqûqî girtiye cihê xemgîniyê ye, lê belê ew wek Koma Meclîsê rêzê nîşanî vê biryarê didin. Di danezanê de hat bilêvkirin ku ev biryara Demîrtaş baweriya ku ji bo peywirê di her qedemeyê de rê li ber her kesî vekiriye nîşan dide û bi kirinên xwe siyaseta demokratîk a Tirkiyeyê tenê ne li welat li cîhanê bi pêş ve biriye û nirxeke dîrokiyî lê bar kiriye. Di danezanê de hat diyarkirin ku ew ê jî bi vê moral û coşa mezin bi liv û tevgera cejnekê amadekariyên Kongreya Mezin a HDP'ê bikin û her kesî vedixwînin kongreyê.