Partiyên siyasî: Em li dijî faşizmê xeta têkoşîna hevpar pêş bixin

img
STENBOL - Nûnerên partiyên siyasî, li dijî cezakirina wekilên HDP'ê û  dûrxistina şaredarên CHP'î bertekên xwe anîn ziman û xwestin hemû rêxistinên demokratîk bînin cem hev û têkoşîna hevpar bi rêxistin bikin. 
 
Nûnerên partiyên siyasî u rêxistinên demokratîk li dijî girtina siyasetmedaran û ji peywirgirtina şaredarên CHP'ê bertekên xwe anîn ziman û xwestin xeta hevpar a têkoşînê ava bikin. Cîgira Seroka Giştî ya Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Fadime Çelebi, diyar kir ku di karakterê îktîdarê de tu guhertin çênebûye û wiha got: "Di sala 2018’an de jî pêkanînên dijdemokratîk derketin pêş. Parlamenterên bi sed hezaran dengan hatin hilbijartin bi awayekî keyfî tên girtin. Rastî ceza tên. Ev rewşa hiqûqa Tirkiye nîşan dide. Îktîdar fezleke amade dike, daraz jî pêk tîne. Cezayê li wekîlan tê birîn li vîna gel tê birîn."  
 
‘BÊDENG MA HAT SERÊ WAN'
 
Çelebî bal kişand ser ji peywirgirtina Şaredarê CHP’î yê Beşiktaşê Murat Hazinedar û wiha got: "Em vê yekê li dijî hiqûqê dibînin. CHP'ê li dijî pêkanînên li hemberî şaredarên DBP’ê bêdeng ma. Îro heman tişt tê serê wê jî. Dema Hevşaredarên DBP’ê ji peywirê hatin girtin, bê hiqûqiyek mezin pêş ket. CHP li hemberi hemû gotin û pêkanînên AKP'ê bêdeng ma. Lê niha tê serê wê. Divê ew dîtibûya. Bi taybetî divê bingeha CHP'ê ji bo demokrasiyê têbikoşe. Divê li hilbijêrên xwe xwedî derkevin. Divê li dijî êrîşên îktîdarê eniya hevpar bê avakirin û xurtkirin. Bi taybetî divê girseya CHP'ê derkeve kolanan û demokrasiyê bixwaze." 
 
GURKAN: ARMANC HILANDIN E
 
Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan jî bertek nîşanî polîtîkayên AKP'ê da û wiha got: "AKP li gorî polîtîkayên xwe yên demî Parlamenterên HDP'ê hevşaredarên DBP'ê girtin. Siyasetmedarên kurd girtin. Cezayê li Wekilê Serokê Koma HDP'ê Îdris Baluken 
birîn. Darazê ji kok ve bi ferman û daxwaza siyasî tev geriya ye. Darazê bi fermana siyasî biryar daye. Ev pêvajo bi HDP û DBP'ê bi sînor namîne. Ji ber ku AKP'ya Erdogan gav bi gav ber bi faşizmê ve diçe. Divê girtina parlamenterê CHP'ê Enis Berberoglu û ji peywirgirtina Şaredarê Ataşehirê û Şaredarê Beşiktaşê bi heman armancê pêk hatiye. Ev nîşan dide ku îktîdar dixwaze muxalifa siyasî bi vi rengî ceza bike. Dixwaze hemû kesên îktîdarê rexne dike û îtîraz dike wan ceza bike û bitirsîne. Armanca vê yekê polîtîkaya hilandin û perçekirinê ye. Lê divê îktîdar ji bîr neke ku dîroka me li dijî zordarî û serdestiyê dîroka têkoşîn û berxwedanê ye. Tu zext û zor nikare têkoşîna me asteng bike. 
 
PÎROGLU: CHP NEXWEST BIBÎNE
 
Serokê Giştî yê Partiya Devrimcî Musa Piroglu jî diyar kir ku AKP dixwaze hemû kes û hêzên muxalif ji pêyiya xwe paqij bike û wiha got: AKP'ê bi êrîşê li dijî HDP'ê dest bi vê pêvajoyê kir. CHP bu kevirê qaziyê yê van êrîşan. CHP ewil nexwest van êrîşan bibîne. Lê niha hat serê wê jî. AKP ji bo otorîteriya xwe mayinde bike dê li dijî hemû hêzên muxalif van polîtîkayên zordestiyê têxe meriyetê. Niha hevserok, wekîlên HDP'ê girtî ne. Hevşaredarên DBP'ê girtî de. Bi hezaran siyasetmedar dîl hatine girtin. Li dijî hevparên HDP'ê êrîşek gelek mezn heye. Ji ber ku hikûq tune mirov zêde li hemberî biryara darazê matmayî namîne. Biryar siyasî ye. AKP bi OHAL’ê dixwaze xwe mayinde bike. Tişta ku CHP li ser Ataşehirê bike AKP'ê kir. CHP'ê rê li pêş AKP’ê vekir." 
 
Piroglu xwest li dijî hemû êrîşan hemû hêz û eniyên muxalif û demokratîk eniya têkoşînê xurt bikin û kolanan bi rêxistin bikin.