Êşkence, binpêkirina mafan û rewşa girtiyan ji Wezîrê Dadê pirsîn

img
 
 
ENQERE – Parlamenterên HDP’ê rewşa girtiyên nexweş, êşkence û binpêkirina mafan ên li girtîgehan birin rojeva Meclîsê. 
 
Parlementerê HDP’ê Tayîp Temel, Şevîn Coşkûn û Nûran Îmîr eşkence û binpêkirina mafan ên li girtîgehên Amed û Şakrana Îzmîrê û her rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan birin rojeva Meclîsê. Parlamenteran bi daxwaza ku Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul bersivê bide pêşniyazname dan. Parlamenteran di pêşniyaznameyê de bal kişandin ser rewşa girtîgehên li Tirkiyê û êşkence û binpêkirinên mafan ên diqewimin û xwestin girtiyên nexweş werin dermankirin û berdan.