Li HDP’ê rojev ‘Eniya Aştiyê' ye

img

ENQERE – Di civîna MYK’a HDP’ê ya piştî çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê hat lidarxistin de, ji bo ku “Eniya Aştiyê/Tevgerê” bê avakirin, nîqaşên berfireh hatin kirin. 

 
Çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê û meşa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya ji Colemêrg û Edîrnê ber bi Enqerê ve û “Bernameya Têkoşîna Demokratîk” bi dawî bûn. Desteya Rêvebera Navendî (MYK) ya HDP’ê piştî bi dawî anîna meş û çalakiyên 1’ê Îlonê, vê carê jî ji bo bernameyek nû civiya. 
 
MYK dibin serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar de civiya. Di rojeva civîna MYK’ê de, “Deklarasyona Banga Aştiyê” ya HDP’ê di roja 1’ê Îlonê de aşkere kir, tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ragehiya li Derya Spî û pêşketinên li Sûriyeyê hebûn. Di heman demê de polîtîkayên derveyî welat ên Tirkiyeyê jî hatin nîqaşkirin. 
 
LI DIJÎ ŞER ENIYA AŞTIYÊ
 
Di civînê de dest pê kê avakirina “Eniya Aştiyê/Tevgerê” û bernameya wê hat nîqaşkirin. Di civînê de hat gotin, “AKP dixwaze bi rojevîkirina şer desthilatdariya xwe dewam bike” û li dijî vê yekê pêdivî bi avakirina eniya aştiyê ya li dijî desthilatdariya şer hat nîqaşkirin. Ji bo vê hat xwestin ku di çarçoveya deklarasyona hat aşkerekirin de, pêngavên şênber bên avêtin. Di vê çarçoveyê de biryar hat dayîn ku bi hêzên demokratîk re nîqaş bên meşandin û fikrên wan jî bên girtin.
 
TECRÎDA LI SER OCALAN
 
Yek ji rojevên sereke yên civînê, rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû. Di civînê de hat diyar kirin ku divê li dijî tecrîdê tekoşînek mezin bê birêve birin, ji bo ku aştî pêk were, şert û mercên wê bên bi cih anîn, lazime ku tecrîda li ser Ocalan bê rakirin. 
 
MA / Dîren Yurtsever