Ozturk: Bi lez pêdiviya Tirkiye ji aştiya bi rûmet heye

img
COLEMÊRG - Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, di ziyareta li Colemêrgê de bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: “Niha li Tirkiyeyê herî zêde û bi lez pêdivî bi aştiya bi rûmet heye. Pêdivî bi çareseriya pirsgirêka Kurd heye. Muxatabê pirsgirêkê jî Birêz Abdullah Ocalan ê ku niha li Girava Îmraliyê di tecrîda giran de tê girtin e." 
 
Bernameya Têkoşîna Demokratîk a HDP'ê di pêngava sêyemîn de bi dirûşmeya "Em hemû bi hevre li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadiyê xurt bikin" bi gera bajaran didome. Heyeta ku ji nûnerên KCD, HDK, HDP, DBP'ê pêk tên îro li Colemêrgê esnaf, rêxistinên civakî û demokratîk û welatiyan ziyaret dikin. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, têkildarî armanca ziyaretan, helwesta gel û girîngî û weteya kampanyayê û çavdêriyên xwe, ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Ozturk, ewil bal kişand ser çavdêriyên xwe yên nêzîkatiya gel û wiha got: "Di demên dawî de êrîşên li dijî saziyên me zêde bûne. Ji ber van êrîşan me bernameyek da pêş xwe. Di çarçoveya bernameyê de ewil em çûn Dêrsimê. Niha gera me li Colemêrgê didome. Em û gel tên cem hev û pêvajoyê dinirxînin. Hikûmet bi taybetî dixwaze KCD'ê wekî rêxistinek dij zagonî nîşan bide. Gelê me tu carî li dijî van zext û tundiyan ji barewî û biryara xwe tawîz nedaye û tu carî tawîzan nade. Bawerî û biryara gel ji ya her demê bêtir xurt û zelal e. Berê jî me pêngava ewil a demokrasiyê ji Colemêrgê dabû destpêkirin. Wê demê jî eleqe pir zêde bû. Ger ku îro em nikaribin gotinekê bêjin, wê demê yê di tecrîdê de em in. Kengî me tecrîda xwe şikand wê demê em ê azad bibin." 
 
'FAŞÎZM HERÎ ZÊDE JI DENGÊ MUXALÎFAN DITIRSE' 
 
Berdan Ozturk, destnîşan kir ku ew bi hevre li welatê ku misqala demokrasiyê lê nemaye dijîn û wiha axivî: "Bi taybetî di mijara Kurd û pirsgirêka Kurdan de rêveberiya faşist û yekperest, ji bo hişmendiya xwe biparêze serî li hemû rêbazan dide. Êdî bi tu awayî dengê muxalifan tehamul nake. Dengê li dijî xwe ditepisîne. Em qala rêveberiya faşîst dikin. Di rewşa faşizmê de hilbijartin zêde fêde nake. Tişta herî zêde faşîzm jê ditirse, ewe ku muxalif bibin yek û bi hevre dengê xwe bilind bikin e. Naxwazin ku hêzên muxalif di şertên demokratîk de deng û bertekên xwe bînin ziman. Ji ber ku herî zêde KCD û HDP muxalifiyê dike û dengê xwe tîne ziman, herî zêde, me dike hedef. Dixwaze me wekî rêxistina dijzagonî nîşan bide. Dixwaze aqilekî 'Me ev qelas kirin' pêş bixe. Lê ne wisa ye. Em û gelê xwe bi hevre ne. Me xwest vê feraset û hişî bi van ziyaretan pûç bikin. HDP û rêxistinên me yên din dê her tim li qadan bin. Li gel hemû çewisandin û tundiyê îro dîsa em li qadan in." 
 
POLÎTÎKAYA TECRÎDKIRINA BRÊZ OCALAN LI DIJÎ HEMÛ GELÊN TIRKIYEYÊ YE
 
Şerek heye. Ev şer tenê li dijî Kurdan tê kirin. Şerekî qirêj û taybet e. Lê ev şer pêşeroja hemû gelê Tirkiye bi sînor dike. Divê li dijî şer em dengê aştiyê bilind bikin. Divê em dengê aştiya bi rûmet bilind bikin. Eger îro li Girava Îmraliyê Birêz Ocalan di tecrîdê de ye, ya esil di tecrîdê de gelên Tirkiyeyê ye. Ger ku îro kes nikaribe gotinek dijber bêje û çalakiyekê li dar bixe, wê demê em di tecrîdê dene. Divê em li dijî vê tecrîda xwe têbikoşin. Em vê tecrîdkirina xwe bişkînin xwe azad bikin. Divê em di şertên azad û demokratîk de hemû pirsgirêkên xwe bi rêbazên aştiya bi rûmet, demokratîk û diyalogê çareser bikin.  Helwest û armanca îqtidarê li holê ye. 
Divê li dijî vê yekê em hemû hêzên muxalîf bibin yek û eniyek hevpar ava bikin. Eger em bibin yek û bi hevre têbikoşin em ê teqez bi ser bikevin."  
 
HERÎ ZÊDE PÊDIVIYA TIRKIYEYÊ BI AŞTIYEK RÛMET HEYE 
 
Ozturk, destnîşan kir ku niha li Tirkiyeyê şerek heye û li dijî vê yekê pêşniyarên çareseriyê wiha rêz kir: "Niha li Tirktiyeyê herî zêde û bi lez pêdivî bi aştiyek bi rûmet heye. Pêdivî bi çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd heye. Muxatabê pirsgirêkê jî Birêz Abdullah Ocalan ê ku niha li Girava Îmraliyê di tecrîda giran de tê girtin e. Helwesta me pir zelal e. Ev tundî û zext bi rakirina tecrîdê bi dawî dibin. Ji bo tecrîd bi dawî bibe jî divê em bêtir dengê aştiyê xurt û bilind bikin. Muxatabê pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Ji ber vê yekê divê rêya diyalog û muzakereyên demokratîk bê vekirin. Gotinek Birêz Ocalan bandorek mezin li ser civakê dike. Moral û heviyê dide gel. Ji ber vê yekê tecrîdê didomînin. Em tecrîdê qebûl nakin. Dem dema aştiyê ye. Dem ne dema şer e. " 
 
Ozturk, bal kişand ser kçalakiyên 1'ê îlonê jî û da zanîn ku wê li Amed, Wan, Edene, Stenbol û gelek bajarên din zincîra mirovan ava bikin. 
 
MA / Hamza Gunduz