HDP'ê rêya çareseriyê nîşanî îqtîdarê da: Çareserî rawestandina şer e

img

ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, diyar kir ku êdî îqtîdar ne muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd e û wiha got: "Heta niha tu partî nebûne muxatabên çareseriyê. Yên ku dixwazin mizgîniyê bidin em rê nîşanî wan bidin. Çareserî rawestandina şer, talankirinê ye. Êdî dest ji tayînkirina qeyûman berdin." 

 
Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, li Navenda Giştî ya HDP'ê têkildarî geşedanên dawî civîna çapemeniyê li dar xist. Gunay, ewil 56 welatiyên li Dîlokê di êrîşa DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabûn bibîr anî û wiha got: "Li Dîlokê komkujî bi destê DAIŞ'ê li Tirkiyeyê pêk hat. Bi dehan komkujiyên bi heman awayî pêk hatin. Ev tenê ji komkujiyan yek bû. Komkujiya herî bi êş bû. Ji ber ku di navde zarok, jin ciwan, kal û pir hebûn. Jin di govenda dawetê de hatin kuştin. Wekî komkujiya li Enqereyê ku ji bo aştiyê govend girtibûn. Wekî komkujiya li Amedê ku di mîtîngê de hatin kuştin. Wekî komkujiya Pirsûsê ku ji bozarokên Kobanê pêlistok dibirin Kobanê. 
Duh salvegera komkujiya Dîlokê bû. Parlementerên me duh li Dîlokê bûn. Hem çûn serdana malbatan û hem jî kesên ku hatin kuştin bi bîr anîn. Ez jî cardin wan qurbaniyan bi bîr tînim û li hemberî bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Diyar e ku ew êriş bi destê DAIŞ'ê pêk hat lê mixabin, esas ew e ku yên ku destûr didin van qetlîaman, piştgirî didin wan nas dikin. Mixabin hin jî Tirkiye bi vê zihniyetê bi rê ve diçe. Em vê zihniyetê qebûl nakin, em ê li hemberî vê zihniyetê têkoşîna xwe bidomînin."  
 
DIJMINANTIYA KURDAN 
 
Gunay, anî ziman ku komkujî li dijî Kurdan û hêzên muxalif pêk tê û wiha lê zêde kir: "Bi taybetî piştî pêvajoya çareseriye ya 2015'an bi dawî kirin, balkêş e komkujî zêde bûn. Taşeronê komkujiyan DAIŞ bû, lê yên rê nîşanî wê didan û heta Enqereyê hevkarî bi wan re dikirin, dijminê aştiya vî welatîe bûn. Çareseriya pirsgirêka Kurd li pêş xwe pirsgirêk dîtin. Ji wê rojê heta niha ji ber dijminantiya Kurdan û dijminantiya kaştiyê bi hezaran kes hatin kuştin." 
 
QEYÛM BERHEMÊ HEMAN HIŞMENDIYÊ YE
 
Gunay, bal kişand ser tayînkirina qeyûman û wiha berdewam kir: "Bi tayînkirina qeyûman dijminantiya Kurdan dewam dikin. Piştî hilbijartinê dîsa qeyûm tayînî 53 şaredariyên HDP’ê kirin û bi darê zorê şaredarî ji destê gel derxistin. Bi destê qeyûman hem şaredarî kirin qada rantê, hem jî êrîşî çand, ziman û nasnameya gel kirin. Hişmendiya tayînkirina qeyûm a 19'ê tebaxê û hişmendiya komkujiya 20'ê tebaşê ya Dîlokê heman hişmendî ye. Encama feraseta AKP’ê ya dijminantiya Kurdan e." 
 
HETA PIRSGIRÊKA KURD ÇARESER NEBE TU PIRSGIRÊK ÇARESER NABIN
 
Gunay, bal kişand ser niqaşên hêz, partî û rêxistinên cuda yên ku pirsgirêka Kurd ji nûve dixin rojeva xwe û wiha got: "Niqaşa li ser çareseriya pirsgirêka Kurd gavek erênî ye. Ger ku em dixwazin siyasetê bikin û cihê pirsgirêka Kurd lê niqaş bikin cihê ewil meclîs e. Lê Tirkiye sed salin di rêya bê çareseriyê de ye. Divê amura ku diçe armancê rast bê hilbijartin. Dîsa armanc rast bê diyarkirin. Heta ku hişmendiya demokratîk pêş nekeve bi gotina demokrasiyê rastî nayê veşartin. Heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe, li vî welatî tu pirsgirêk çareser nabin. Dema em qala xwişk û biratiyê dikin, em qala wekheviyê dikin. Em qala hurmet û rêzgirtina ji hevre dikin. Em qala bişaftin, înkar, îhma, kuştin, binçavkirin û girtinê nakin. Em dibêjin siyaseta demokratik, muzakereyên demokratîk, aştiya bi rûmet. Em qala lihevkirinek demokratîk û siyaseta azad dikin." 
 
 
ÊDÎ ÎQTÎDAR NE MUXATAB E
 
Gunay, bal kişand ser politîkayên îqtîdarê yên li dijî çareseriya pirsgirêka Kurd û wiha axivî: "Ji ber polîtîkayên îqtîdarê, êdî îqtîdarê vîna muxatabiyê winda kiriye. Êdî îqtîdar ne muxatabê çareseriyê ye. Li şûna çareser bike, bêtir ketiye şopa dengan û hilbijartinê. Partiyên din jî hêj nebûne muxatab. Di vê mijarê de HDP xwedî zanîn, tecrûbe û danehevek mezin e." 
 
MIZGÎNIYA ERDOGAN
 
Gunay, li ser mizgîniya Serokê Giştî yê AKP'ê Recep Tayyip Erdogan jî rawestiya û wiha got: “Êdî zikê gel ji van gotinan têr bûye. Bi rastî pêdiviya gel ji aramî, pêşketin û aboriyek baş a vî welatî heye. Eger yên bi rastî li aramî û pêşketina vî welatî difikirin em dikarin rê nîşanî wan bidin. Berî her tiştî şerê li Libya, Iraqê, Sûriyeyê, Derya Spî rawestînin. Dest ji polîtîkayên talankirin û wêrankirinê berdin. Dawî li nelirêtî û diziyê bînin. Dest ji tayînkirina qeyûman berdin." 
 
LI RIHA ROJÊ 350 KES, LI AMEDÊ ROJÊ 450 KES BI COVÎT-19 DIKEVIN
 
Gunay, li ser belavbûna şewba vîrûsa corona jî rawestiya û got: "Di serî de li Amed, Êlih, Riha û Mêrdînê li gelek bajarên herêmê pir zêde bûne. Li Rihayê rojê 350 kes bi şewbê dikevin.  Li Amedê rojê 400-450 kes bi şewbê dikevin. Dîsa li Enqere şewb gelek zêde bûye. 
 
Gunay, li ser bernameya Têkoşîna Demokratîk jî rawestiya û got: "Me Bernameya xwe ya Têkoşîna Demokratîk a asta 3'emîn eşkere kir. Roja 19'ê Tebaxê li Mêrdin û Stenbolê ev pengav bi daxuyaniyê hate destpêkirin. Ji ber ku ew roj salvegera xesbkirina îradeya gelê Kurd bû lewma, ew roj wekî diyarkirina xesba qeyûman bû. Ev roj ji bo gelê Kurd rojeke pir taybet e. Ji ber ku îktidarê cardin diyar kir û got ku ‘ez mafê hilbijartinê yê gelê Kurd nas nakim, ez bi riya qeyûman bi xesbkirina îradeya gel ez ê van bajaran bi qeyûman bi rê ve bibim’. Pêngava me ya 3'yemîn roja  1'ê Îlonê dê bi dawî bibe. Em ê li 9 bajaran bi xeleka mirovan ya aştiyê Bernameya xwe bi dawî bikin. Ez bangî her kesî dikim, werin em di xeleka mirovan de bi hev re bin. Di 1'ê Îlonê de em ê li 9 navendan zincîra mirovan ava bikin. Em dikarin bi Zincîra Aştiyê faşîzma îqtîdarê girê bidin û rawestînin."