Demîrtaş: Em ê teqes bi ser kevin

img

AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji Girtîgeha Edîrneyê peyamek şand û diyar kir ku ew ê di kongreya 11'ê Sibatê de nebe bernamzetê hevserokatiya giştî. Demîrtaş ji hemû hevrêyên xwe re serkeftin xwest û got "Em ê teqes bi ser kevin."

Endamên Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) û wekîlên HDP'ê li Amedê di pêşengiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay de kom bûn. Kemalbay nameya ku Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ji Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê şandibû xwend.  Demîrtaş di nameyê de diyar kir ku dê HDP di 11'ê Sibatê de di kongreyê de hêj mezintir derkeve, ji bo serkeftina HDP'ê çi ji destê wî bê dê bike.

 
Demîrtaş got  "Ez ê di kongreyê de nebim bernamzetê hevserokatiya giştî bila ji niha de bê zanîn."
 
Nameya Demîrtaş wiha ye: 
 
“Hevalên bi nirx, dildarên partiya me yên rêzdar, raya giştî ya bi nirx a welat;
 
Berî her tiştî ji Girtîgeha Edîrneyê ji we hemûyan re silav, hezkirin û bîrkirina xwe tînim ziman. Qasî salekê ye em wekî bi hezaran hevrêyên xwe dîl hatine girtin. Der barê min de qasî 30 doz hatine vekirin, ji yekî jî derneketime pêşberî dadger, bi darê zorê bi dordariyê wekî ku tola siyasî re rû bi rû ne.
 
Ez dixwazim hûn hemû bizanibin ku ez, hevrêyên min û hemû partiya me, ji dil ji siyaseta demokratîk bawer dikin. Ji bo yekitiya Tirkiyeyê, komara demokratîk; ji bo aştî, edalet, wekhevî û azadî bi pêş keve, ji bo mêtingeriya li ser kedkar, jin, ciwanan bi dawî bibe, ji bo kurd, tirk, sunnî û elewî bi hev re di nava aştiyê de bijîn, me têkoşîn meşand û dimeşînin.
 
BERDÊL JI BO ME RÛMET E
 
Ji bo demokrasî bê ser vê axê gelê me têkoşînek mezin dide û em jî zarokên vî gelê têkoşer in. Siyasetmedarên li dora desthilatdariyê kom bûne, şaredarên nelirêtî, dizî û rantê dixwin, tiryonên ku di xewna xwe de nedîtine dibin, ji bo wan ceza tune; ez û bi hezaran hevrêyên xwe tu tişt nekirine di girtîgehan de tên girtin. 
 
Em ji bo vê berdêla ku didin serbilind û bi rûmet in. Li cihê ku mirov li ser navê gel niheqî, alçaxî, zilmê bike; li ser navê gel di girtîgehê de baştir e. Di vê roja ku Tirkiye bi OHAL'a antî demokratîk tê bi rêvebirin de, ez di wê baweriyê de me ku dê civakên li Tirkiyeyê mil bidin milê hev û ji bo demokrasiyê tê bikoşin. Partiya me HDP a ku min hevserokatiya giştî kir, ez di wê baweriyê de me dê ji bo Tirkiyeyê û demokrasiyê ji her demê zêdetir tê bikoşe û piştgiriya xwe xurt bike.
 
XIZMETKARIYA JI BO DEMOKRASIYÊ DÊ BERDEWAM BIKE
 
Partiya me dê bi kongreya 11'ê Sibatê re dê di siyaseta demokratîk de hamleyeke nû bide destpêkirin; dê li dijî fikaran hêviyên mezin biafirîne. Dê bi gotina 'Dîsa, HDP' rêya xwe dewam bike. Ez ê jî ji bo HDP'a ku me bi berdêlên giran ava kirin û serkeftina wê têkoşîna xwe dewam bikim. Şert çi dibin bila bibin, ez ê di xizmeta gelê xwe û têkoşîna demokrasiyê de bim.
 
EZ Ê NEBIM BERNAMZETÊ HEVSEROKATIYA GIŞTÎ
 
Kongreya me ya Asayî ya di 11'ê Sibatê de pêk tê, dê di Meclisa Partiyê, Lijneya Rêveneriya Navendî û beşên din de xebatên bi hêzkirinê bên kirin û guhertin pêk bên. Ji bo serdema siyaseta nû hêj bi hêztir pêşwazî bikin, ji bo di siyaseta demokratîk de çanda demokrasiyê bi pêş bixin, ne ji bo qoltix û meqeman, ji bo gel siyasetê bi pêş bixin, dê hevalên nû bên hilbijartin û bi kelecaneke xurt rêya xwe dewam bikin. Ji ber wê ez ê ji bo hevserokatiya giştî ya nû bernamzetiya xwe nedim nîşan.
 
Ji bîr nekin ku berî 27 salan ez wekî zarokekî karkeran min dest bi têkoşîna azadiyê kir, tenê bi piştgiriya gel û baweriya wan min 8 salan hevserokatiya giştî kir.
 
Ji bo di partiya me de siyaset bê kirin, tenê pêwîstî bi hezkirina gel û wêrekiyê heye. Bi van fikran ez we hemûyan silav dikim. Ez divêm Komgreya Mezin a HDP'ê ji gelên li Tirkiyeyê re bi xêr be 'Teqes em ê bi ser kevin.'