HDP: Ya rê li pêş feleketê vedike hişmeniya rantê ye

img
ENQERE - Rêxistina HDP'ê têkildarî salvegera erdheja 17'ê Tebaxê ya  Marmarayê peyayek parve kir û got: “Sedema hilweşîna 17'ê Tebaxê bê berpirsiyarî û rant bû. Mixabin 21 sal borîn hêj hişmendiya rantê li ser kar e û welat bi rêve dibe." 
 
Lijneya Navendî ya Rêveber a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 21'emîn salvegera erdheja 17'ê Tebaxa 1999'an a Herêma Marmarayê daxuyanî da. HDP'ê di daxuyaniyê de anî ziman ku Tirkiye bi rîskek mezin a erdhejê re rû bi rû ye, lê tedbîrên pêwist nehatine girtin. HDP'ê da zanîn ku 21 sal di ser erdheja Herêma Marmara ya herî mezin a Tirkiyeyê ku 17'ê Tebaxa 1999'an de pêk hat re derbas bû. Li gorî daneyên fermî 18 hezar û 373 mirovan jiyana xwe ji dest dan. 48 hezar û 901 kes birindar bûn. 5 hezar û 840 kes winda bûn. Li gel 21 sal borîn hêj birînên mexdûrê erdhejê nehatiye dermankirin. Li bajarê Stenbol, Bolu, Bursa, Eskîşehir, Kocaelî, Sakarya û Yalova mirin li dijî daneyên fermî bêtir zêde ye. Li gorî rêxistinên civakî di erdheja 99'an de herî kêm 50 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên komîsyona Lêkolîna Meclîsê 112 hezar û 735 avahiyan bi giranî zerar dît. 124 hezar û 131 nîv û 12 hezar û 42 avahiyan jî kêm zerar dîtin. Bi giştî 365 hezar avahiyan di erdhejê de zerar dîtin. Tişta rê li pêş felaketê vedike ne felaketên xwezayî ne. Ne erdhej, zelzele û hezan in. Bajarbûna pê plan, avakirina bê venêrtin û ranta siyasî û aborî ye. Sedema felaketê ya herî mezin feraseta rantê ye. Mixabin ev felaseta rantê 21 salin hêj li ser kar e û îro welat bi rêv dibe."
 
HDP'ê da zanîn ku hikûmetê 70 milyar TL Baca Erdhejê weki “Pereyê lêçûna sernuxamtî" pêşkêşî hevkarên xwe û sermayedaran kirin û wiha lê zêde kir: "Ji erdheja 99'an heta niha bi hezaran avahiyên zerar ditine hene. Hêj mirov li wan avahiyan neçar dimînin bijîn. Ev mirovên li van avahiyan dijîn bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Hişmendiya rantê ku van qadan ji AVM’yan re vedikin, ji bo civaka me talûke û gefên pir mezin in. Em carek din sersaxiyê ji malbatên kesên di erdheja 17'e tebaxê de jiyana xwe ji dest dane re dixwazin. Em diyar dikin ku em HDP dê carek din li dijî kesên rantxur têkoşîna xwe bilind bikin."