Hatîmogulları: Jin hêz û pêşengê guhertina li Rojhilata Navîn in

img

ENQERE - Serhildanên gel ên Îranê hefteyek derbas kir. Serhildanê ku li qadekê dest pê kir li hemû Welatê Îranê belav dibe. Hevseroka Giştî ya SYKP'ê û Pispora Rojhilata Navîn Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ev şerê nan û azadiyê ye û wiha got: "Di raperîn û serhildanên li Îranê de hêz û pêşengiya jinê ya di guhertinê de gelek zêde ye." 

Çalakiyên gel ên li Îranê li dijî pêkanînên Rejîmê yên zordarî û xizaniyê dest pêkir, hefteyek derbas kir. Gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li dijî xizanî, zext û zora rejîma Îranê hefteyeke çalakiyan li dar dixin. Çalakiyên di 28'ê Kanûna 2017'an li meydana Şûheda yê bajarê Meşhedê li dijî bankakariyê dest pê kir didome. Bajar bi nasnameya xwe ya mûxafazakariyê tê naskirin. Ji ber ku rejîmê êrîşî çalakiyê kir, ev çalakî mîna pêlekê li gelemperiya welêt, li sedan bajar û bajarokî belav bûn. Li Meşhedê ku cihê ji dayikbûna desthilatdarê olî yê Îranê Alî Xamaneye û 40 salên dawî kêm caran çalakî lê bûye, bi dirûşma 'Ji ji xizaniyê re NA' çalakiyê dest pê kir. Piştî ku hêzên rejîmê êrîş kirin, vê carê dirûşma 'Mirin ji dîktator re' hate qîrîn. Çalakî radîkal bû û bû nîşaneya çalakiyên li dijî sîstemê. Di demeke kin de li wîlayetên din ên Îranê belav bû. Îranê ji aliyê îdarî ve 31 wîlayetên xwe hene, 3 wîlayet ne di nav de, li 28 wîlayetan û bi sedan bajaran çalakî hatin lidarxistin. Çalakî li wîlayetên Tehran, Qum, Merkezî, Qezwîn, Gîlan, Erdebil, Zencan, Tebriz, Ûrmiye, Sine, Hemedan, Kirmaşan, Îlam, Loristan, Xuzistan, Çaharmahal û Bahtiyari, Kehkileyû û Buyer Ehmed, Buşehr, Fars, Hurmuzgan, Sistan û Belûcistan, Yezd, Îsfahan, Mazenderan, Gulistan, Horasanê Şemalî, Razavi Horasan ûe Elburz hatin lidarxistin. Heta niha di çalakiyan de 23 kesan jiyana xwe ji dest dan. 
 
Hevseroka Giştî ya SYKP'ê û Pispora Rojhilata Navîn Tulay Hatîmogullari  geşedanên li Rojhilata Navîn û serhildanên li Îranê ji Ajansa me Mezopotamyayê re nirxand. Hatimogullari, anî ziman ku dema li çalakiyan binerin her çend wekî nakokiyên navxweyî û pirsgirêka aborî bê dîtin jî di esasê xwe de rol û tevgera çîn û jinê ya rêxistina dîrokî diyarker e. Hatimogullari, da zanin ku milê din jî hene û xwest ew milên din jî bên dîtin û lêkolînkirin. Hatimogullari, destnîşan kir ku dema di milên têkiliya hêzên kurevî de bigirin dest divê Projeya Mezin a Rojhilata Navîn bigirin dest û wiha got: "Dema ku em kurevî bigirin dest wê demê pirsa 'Gelo destê hêzên li derve di navde heye ya na? derdikeve pêşberî me. Bê guman hezên derve ji hêza Îranê ya li Rojhilata Navîn ne kêfxweş in. Di serî de jî hikûmeta DYA û Trump serkêşiyê dike. Ji ber vê yekê jî DYA û Trump piştgiriyê nede ji dê alîgir be. " 
 
'DIVÊ HÊZÊN NAVA ÎRANÊ NEYÊN VERATIN' 
 
Hatîmogullari anî ziman ku dema mijarê di milê kurevî û hêzên navneteweyî de bigirin dest jî divê ser hêza nava îranê neyê girtin û rol û rista hêza nava îrane jî baş bê dîtin û wiha axivî: "Îran li aliyekî li dijî DYA û Siyonizmê şer dike û politîka pêş dixe. Li aliyê din di nava eniya kurevî ya sermayeyê ku serkêşiya wê Çîn dike de cih digire. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje Îran dij-emperyalist e. Em dibinin ku kesên daketin kolanan mafê civakî û aborî dixwazin."  
 
'JIN LI ÎRANÊ HÊZA GUHERTINÊ NE'
 
Hatîmogullari, anî ziman ku jin li dijî zordestî û ferzkirina xêlîkirinê wêrek û bi helwestek xurt tev digerin û wiha berdewam kir: "Li Îranê jin xwedî hêza guhertinê ne. Di vî mili de divê serhildan û têkoşîna jinê ya li Îranê bê silavkirin. Bi taybetî dema em bi gelemperî Rojhilata Navîn binirxînin em dibînin ku jin pêşengiya guhertinê dikin. Em dibînin ku tevgera jinê bi awayekî berbiçav xwe bi rêxistdin dike. Cihê ku bi dîroki xwe bi rêxistin kiriye dîsa Îran û Misir e. Li vir kevneşopiya têkoşînê neye. Asta perwerdehiyê gelek bilind e. Jin di qada cemawerî û kar de raste rast cih digire. Ji ber vê yekê li dijî girtina bi sorê û ferzkirinê her dem dikare serî hilde. Hem rêveberiya Îslama Siyasal, hem jî rêveberiya molla û totaliter her dem xwestiye jinê dêxe bin hukmê xwe. Ji ber vê yekê her dem zext pêş xistine. Li dijî van zextan jî di îsyan û refleksa ewil de hêza têkoşîna dîrokî didin hişt xwe. Ev têkoşîna jinan xwezayî ye." 
 
'ŞERÊ NAN Û AZADIYÊ YE'
 
Hatîmogullari, da zanîn ku niha çalakiyên li Îranê yên nan û azadiyê ne û wiha dirêj kir: "Ji ber vê yekê di refleksa ewil de divê mirov li cem çalakgeran cihê xwe bigire. Li herêma Rojhilata Navîn ku di her qade de guhertin zû pêş dikeve, dema mirov geşedanan analîz bike divê divê hem nerina wan a cîhane û em jî pir alî bê lêkolînkirin. Divê milê dîrokî, çandî û civakî bê dîtin. Divê xweseriya taybet a herêmê li ber çavan bê girtin û milê dîrokî bê dîtin. Divê pir alî bê dîtin. Divê têkiliya hêza kurevî hêza herêmî, nakokiyên civakî û neparvekirina îktîdarê tev li ber çavan bên girtin. Mînak Ruhanî li gorî rêveberên beriya xwe bêtir nerm e. Bêtir muhafazakar in. Ji ber ku çalakiyan li Meşhep û Kumê dest pê kir, diyar dikin ku ji ber hêza muhafazakar li wir zêde ye dest pê kiriye. Dîsa ji ber îktîdara Ruhanî li wir îktîdar e li wir dest pê kiriye."
 
'ZÛYE MIROV BÊJE BAHARA ACEMAN E' 
 
Hatemogullari, da zanîn ku ji bo serhildanên Îranê hêj zûye mirov bêje "Bahara Eceman e" û wiha lê zêde kir: "Divê mirov demekê geşedanan bişopîne. Di bahara Ereban de divê birov serhildanên Tunus û Misirê bide ber çavan. Em dibînin ku hêzên emperyalist bahara wan kir zivistana ereban. Divê em aliyê erênî yên van serhildanan bigirin dest. 
 
'ÎRAN LAWAZ BIBE DÊ TIRKIYE JÎ LAWAZ BIBE'
 
Hatimogullari, bal kişand ser daxuyaniyên hikûmeta Tirkiye yên der barê Îranê de jî nirxandin kir û wiha got: "Ez van daxuyaniyan rast nabînim. Sedema yekem Tirkiye di polîtikayên derve de bi tenê maye. Li herêmê ji bo xwe li hêzên îtêfaqê digere. Rewşet nakok e. Tirkiye li heremê tu carî ew qas nezî milê şîî nebûye. Ji ber ku Tirkiye li Rojhilata Navîn di siyaseta derve û bi siyaseta DYA'yê re ketiye nava rageşiyek mezin bêtir pêdiviyê bi muttefikê dibîne. Ji ber vê yekê mirov nikare Îranê ji bo Tirkiye îtîfaqek dem dirêj bigire dest. Ji bo niha lawaziya Îranê tê wateya lawaziya Tirkiye. 
 
'TIRKIYE DITIRSE' 
 
Ya din Tirkiye ji van serhildanên li Îranê ditirse. Ditirse ku ev wekî emsal bê ditin. Di navbera rejîma AKP'ê ku dixwaze li Tirkiye ava bike û rejîma Îranê de gelek aliyên wek hev hene." 
 
Hatimogullari herî dawî anî ziman ku hem Rojhilata Navîn û hem jî Îran ji her tiştî re avîs e û wiha got: "Ger ku serhildanên li Îranê bêtir bi rêxistin û demdirêj pêş bikevin û nekevin bin bandora hezên emperyalist  teqez dê bi ser bikevin. Ger ku bi awayekî cîddî muhalefet xwe bi hêz neke û bi rêxistin neke, wê demê rejîm dikare bêtir xurt bi ser bikeve. 
 
MA / Dîren Yurtsever