'Îzaha ne dîtina Gulîstan Dokû çiye?’

img

ENQERE - Parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, Gulîstan Dokû ya ji 5’ê Çileyê ve nayê dîtin bir rojeva Meclîsê û pirsa “Îzaha nedîtina Dokû çiye?” kir. 

Parlamenterê Partiya Gel a Komarê (CHP) Sezgîn Tanrikûlû, aqûbeta xwendekara zanîngehê Gulîstan Dokû ya ji 5’ê Çileyê ve nayê dîtin ji Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul pirsî. 
 
Tanrikûlû pêşniyar pirsa da Meclîsê de wiha got: “Tê îdîakirin ku agahiya bersûcê sereke yê Dokû Zeînal Abarakov ji naveroja dosyeya lêpirsînê heye. Serdozgeriya Komarê ya Dersimê dide, di 27’ê Sibatê de biryar dide ku telefona Abarakov bê lêkolînkirin. Abarakov di 27’ê Sibatê de telefona xwe dide dozger. Lê Abarakov di 26’ê Sibatê de li hevaleke xwe digere û jêre peyama ‘Wê telefona min ji min bigirin. Gava paşve dan min ezê ji tere binivîsim’ dinivîse. Gelo çawan dibe ku bersûc zanibe wê dozger telefona wî ji wî bigire?”
 
Tanrikûlû di pêşniyar pirsa xwe de ji bo ku Gul bi bersivîne van pirsan dike: 
 
“* Aqûbeta rojane ya lêpirsîna derbarê windabûna Gulîstan Dokû de çiye?  
 
* Derbarê windabûna Dokû de îfadeyên kî hatin girtin? Naveroka van îfadeyan çiye?
 
* Di lêgerîna 6 mehan de, kîjan rêbazên lêgerînê hatin kirin?
 
* Gülistan Doku’nun 6 aydır bulunamamasının izahı nedir?
 
* Gelo îfadeya Abarakov hatiye  girtin? Ger hatibe girtin, naveroka wê çiye? 
 
* Sedema ne girtina Abarakov çiye?
 
* Îdiayên agahiya bersûcê sereke yê Dokû Zeînal Abarakov ji naveroja dosyeya lêpirsînê û telefona wî bê lêkolînkirin heye rastin?"