Li Edenê banga têkoşîna hevpar hat kirin

img
EDENE - Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edenê, bertek nîşanî zext û êrîşên li ser HDP'ê da û banga têkoşîna hev par kir.
 
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Edenê, Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ziyaret kirin û derbarê zextên li dijî partiyê de daxuyanî dan. Parlamenterê HDP'ê y ê Mêrsînê Ridvan Tûran, rêveber û endamên partiyê şandeya hêzên demokrasiyê pêşwazî kirin.
 
'WELAT NIKARE NEFES BISTÎNE'
 
Hevseroka HDP'ê ya Edenê Gulseren Tûral, di serdanê de axivî û wiha got: "Li hemberî meşa me ya li dijî darbeyê astengiyên mezin hene. Milê meşê yê Colemêrgê wê sibe bigihêje Edeneyê. Em hêzên Ked û Demokrasiyê jî vedixwînin maşa xwe."
 
Seroka Partiya Kedê (EMEP) a Edeneyê Sevîl Araci Bek, piştî serdana xwe li ber avahiya partiyê daxuyanî da û wiha got: "Desthilatdarî bi rêbazên zor, zext û tundiyê hewl dide beşên mûxalif ji holê rake. Demokrasiya li welat nefesê nagire. Em astengiyên li dijî meşa HDP'ê şermezar dikin. Tu aliyê vê yê hiqûqî tuneye û ne meşrûye."