Li Rihayê banga 'meşa demokrasiyê' hat kirin

img
RIHA - Hevseroka HDP'a Rihayê Emîne Çetîner banga beşdariya "meşa demokrasiyê" ya HDP'ê kir û got ew ê bi kêfxweşî meşê pêşwazî bikin. 
 
Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Rihayê têkildarî "meşa demokrasiyê" ya HDP'ê ku dê sibê ji du milan dest pê bike li avahiya xwe daxuyanî da. Hevseroka HDP'a Rihayê Emîne Çetîner daxuyanî da û wiha got: "Pirsgirêka demorkasiyê, têkoşîna bi feqîriyê re û pirsgirêkên siyasî yên gelê kurd û avakirina aştiyê tenê ne wezîfeya HDP'^eye. Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên dînamîk ên civakê dikin. Ji bo meşê li Rihayê amadekariyên me didomin. Em ê bi bawerî û hişmendiya azadiyê bi awayek heybet û kêfxweş meşa demokrasiyê pêşwazî bikin. Em bang beşdariya meşê li her kesî dikin."