Onlu: Meşa me dest pê kiriye

img

ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP'ê Alîcan Onlu bertek nîşanî astengkirina meşa wan a demokrasiyê da û got: "Em guh nadin provakasyonên îqtîdarê û meşa me dest pê kiriye." 

 
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Alîcan Onlu yê ji Rêxistinê Berpirsiyar e bertek nîşanî astengkirina meşa partiya wan a demokrasiyê dê ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê kiribûya da. Meşa HDP'ê ya bi dirûşma "Li Dijî Darbeyê Meşa Demokrasiyê" dê di 15'ê hezîranê de ji Colemêrg û Edîrneyê dest pê kira û bi du qolan bimeşiyan Enqereyê. Alîcan Onlû li dijî astengkirina meşê wiha got: "Îqtîdar ji meşa me ya ku wê li hemû Tirkiyê deng vede ditirse. Loma jî meşa me ya demokrasiyê asteng û qedexe dike. Bi hêcetên ku ji rastiyê dûr in dixwaze meşa me manîpule bike. Em ê guh nedin porovaksyonên îqtîdarê. Tevî hemû astengî, qedexe û hewldanên provokasyonê jî meşa me dest pê kiriye û em ê berdewam bikin."