'Wan bi qedexeyan bû welatê OHAL'ê'

img
 
WAN - Beriya Meşa Demokrasiyê, Walitiya Wanê ketin û derketina Wanê qedexe kir. Rêveberên HDP, ÎHD û CHP'ê, bertek nişanî qedexeya ketin û derketina Wanê dan û gotin: "Ev biryara qedexeyê helwestek keyfî ye. Em bûn welatê OHAL'ê." 
 
Piştî HDP'ê biryara Meşa Demokrasiyê da ku sibê ji Colemêrg û Edîrneyê bimeşin Enqereyê, Walîta Wanê ketin û derketina Wanê li welatiyan qedexe kir. Nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî bertek nîşanî biryara qedexeyê da û gotin: "Ev biryarek keyfî ye.
 
Hevseroka HDP'ê ya Wanê Oznur Bartin, diyar kir ku li Wanê 3 salin rewşa Awarte (OHAL) heye û wiha got: "Biryara walîtiyê cotstandartî ye. Ev biryarên qedexeyê tenê li dijî partiya wan e. Tehamul nake ku civak daxwazên xwe yên rewa, mafdar û demokratîk bînin ziman. Îqtîdarek şovenist  li hemberî me ye. Dixwaze partiya me û civakê ji hev dûr bixin. Lê ew çi bikin jî dê têk biçin." 
 
‘EM BÛN WELATÊ OHAL'ê'
 
Serokê CHP'ê yê Wanê Mehmet Kurukçu jî bertek nîşanî qedexeyê da û got: “Eger hûn mafê rewa yên îfadekirinê ji welatiyan bigirin, hûn dê civakê têxin nava kaosê. Em êdî bûne welatê OHAL'ê. Dibe ku hin maf dabin Walî. Lê Walî nikare her dem vê erkê têxe meriyetê. Ev raste rast li dijî Destûra Bingehîn e. Pir xwezayî ye ku her kes daxwazên xwe û fikrên xwe bînin ziman. Qedexeya mafê meşa demokratîk, nîşaneya qedexeya azadiya raman û îfadeyê ye. Em dixwazin bi lez dawî li van qedexeyan bînin. 
 
‘HEMÛ QEDEXE BIRYARÊN KEYFÎ NE'
 
Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Wanê Murat Melet jî anî ziman ku hemû biryarên qedexeyan keyfî ne û wiha got: "Em bi van biryaran dibînin ku îqtîdara siyasî ji demokrasiyê dûr ketiye. Ji ber vê yekê destûr nadin xebatên demokratîk. Bi van qedexeyan xebatên demokratîk wekî dijqanûnî be nîşan dide. Nêzî 4 salin qedexe li Wanê didome. Ev qedexe hemû keyfî ne û li dijî zagonan in. Astenkirina xebatên partiyek siyasî li dijî hiqûqê ye. Divê hemû kesên aştî, demokrasî û hiqûqê diparêzin piştgiriyê bidin van xebatên demokratîk û aştiyane."