'Piştgiriya ji bo meşa demokrasiyê zêde dibe'

img

STENBOL - Hevseroka Giştî yê SYKP'ê Can Yuce, diyar kir ku meşa HDP'ê ku sibê bide despêkirin, dawetiya Helwesta Hevpar a hemû hêzên muxailf e. Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaş jî xwest tevgerên çep vê helwestê rast bixwînin û piştgiriyê bidin vê yekê. 

Rêxistina HDP'ê li dijî zext û tundiya îqtîdara AKP-MHP'ê sibê Meşa Demokrasiyê dide destpêkirin. Meş dê ji Milê Colemêrg û Edîrneyê dest pê bike û dê di 20'ê Hezîranê de li Enqereyê bi dawî bibe. Piştgiriya ji bo bernameya têkoşîna demokratîk û meşa demokratîk zêde dibe. 
 
YUCE: MEŞ ÎTÎRAZA LI DIJÎ POLÎTÎKAYÊN AKP-MHP'Ê YE
 
Hevserokê Giştî yê Partiya Ji Nûve Avakirina Sosyalist (SYKP) Canan Yuce, diyar kur ku ev biryara meşê û têkoşîna demokrakîk îtîraza li dijî polîtîkayên AKP-MHP'ê yên xezt û tundiyê ye. Yuce anî ziman ku di demên dawî de li dijî hemû kes, beş û rêxistinên muxalif êrîşek tund heye û astengiyên li pêş vê meşa demokrasiyê jî li dijî hiqûq û zagonan e. Yuce wiha got: "Ev meş, banga Helwesta Hevpar a ji bo demokrasî û mafên mirovan e. Divê hemû hêz û rêxistinên muxalif tev li vê helwesta hevpar bibin. Ji 7'ê Hezîrana 2015'an heta niha her dem li dijî hêzên mûxalif êrîşek heye. Ev banga meşê li hemû hêz û rêxistinên demkoratîk û muxalif tê kirin. Niha li hemberî me îqtîdara ku kesên dadikevin kolanê û bi awayekî demokratîk û zagonî bertek û nerazibûnên xwe tînin ziman û îtîraz dikin, wan wekî 'Terorîst' îlan dike heye. Ji ber vê yekê divê hemû hêzên demokrasî û aştiyê dixwazin bêtir û bi hevre dakevin kolanê û vê daxwaza xwe bi dengekî bilind bînin ziman. 
 
GUMUŞTAŞ: HDP'Ê HELWESTA XWE AŞKERE KIR
 
Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş jî anî ziman ku ev meş mudaxaleya li gorî ruhê pêvajoyê ye û wiha got: "HDP’ê vînek siyasî û helwestek gelek girîng nîşan da. Di vê pêvajoya ku AKP dixwaze civakê bi nexweşî û birçîbûnê terbiye bike de, ev meş gelek bi wate û girîng e. AKP, di vê pêvajoyê de dixwaze sermayedaran rizgar bike. Ji ber vê yekê polîtîkayên xeztên faşist rewa dikin û wan dikin zagon. Dixwazin Zagona Hilbijartinê, Zagona parlamenteriyê bi van zextan bi sînor bike û qada siyasî teng bike. Dîsa dixwazin zagona îstîsmarê biguherînin. Erka çekê dan notirvanan. Di vê serdema ku tundî zêde dibe de divê hêzên demokrasî û azadiyê bêtir dakevin qadan û daxwazên xwe yên siyasî bînin ziman. Divê qad ji bloka faşîst a AKP-MHP'ê re neyê hiştin. HDP, li çavê vê bloka faşîst dinere û dimeşe ser wê. Dibêje 'Em hene'  Em jî dê di nava meşê de cihê xwe bigirin. HDP li ser navê kesên bindest, karker, demokrasî û azadiyê navenda siyasetê ye. Em jî wekî hevparên avakar ên HDP'ê dê di nava vê meşê de cihê xwe bigirin.Divê rêxistinên çepgir jî vê hewldanê rast û baş bixwînin."