Wezareta Parastinê: Dê êrişên me bidomin

  • rojane
  • 15:16 22 Gulan 2025
  • |
img

ENQERE - Berdevkê Wezareta Parastinê Zekî Akturk diyar kir ku tevî biryara PKK’ê ya bidawîkirina xebatên xwe jî dê êrişan bidomînin. 

 
Rawêşkarê Çapemenî û Têkiliyên bi Gel re û Berdevkê Wezareta Parastinê Tugamîral Zekî Akturk, li wezaretê daxuyanî da. 
 
Tevî ku PKK’ê di 12’emîn Kongreya xwe ya di 5-7’ê Gulanê de hat lidarxistin de biryara bidawîkirina xebatên xwe dabû jî Akturk da zanîn ku dê êrişên xwe bidomînin û ev tişt anî ziman: “Ji bo kapasîteya çalakî û tevgera wan bi temamî ji holê rabe, dê xebatên me yên operasyon û lêgerînê bidomin.”  
Akturk, ji bo êrişan îdiaya “ewlehiya sînor” kir û li xwe mikûr hat ku êriş berdewam in. 
 
HPG’ê çendek roj berê daxuyaniyek dabû û gotibû ku êrişên Tirkiyeyê berdewam in.