Hevdîtina DEM Partî û DEVA’yê bi dawî bû

  • rojane
  • 13:41 19 Gulan 2025
  • |
ENQERE - Hevdîtina Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan re bi dawî bû. Hevdîtin saet û nîvan domiya. 
 
Hevdîtina di navbera Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA’yê Alî Babacan re bi dawî bû. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê û Babacan li Navenda Giştî ya Partiya DEVA’yê hevdîtin kirin. 
 
Hevdîtin, saet di 11.00’ê de dest pê kir. Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî jî di şandeya DEM Partiyê de cih girtin. Her wiha Serokwekîlê Giştî Îbrahîm Çanakçi, Cîgirên Serokê Giştî Mehmet Emîn Ekmen, Sadullah Ergîn û Medenî Yilmaz jî di şandeya Partiya DEVA’yê de cih girtin. 
 
Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî hat lidarxistin û nêzî saet û nîvan domiya.