Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Wezareta Dadê diyar bû

  • rojane
  • 12:25 14 Nîsan 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di 18’ê Nîsanê de bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bike. 
 
Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî hevdîtina bi Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan re, ragihandibû ku dê bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bike. Şande dê di 18’ê Nîsanê saet di 14.00’ê de bi wezaretê re hevdîtinê bike. 
 
Hat zanîn ku Sirri Sureyya Onder, Pervîn Buldan û Serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî di hevdîtinê de cih bigirin.