Li Geliyê Botanê qûleya leşkerî hate avakirin

  • rojane
  • 10:57 14 Nîsan 2025
  • |
img

ŞIRNEX - Li Geliyê Botanê ku her sal bi hezaran geştiyar diçin serdana wê, qûleyeke leşkerî hate avakirin. 

Geliyê Botanê di navbera navçeya Cizîr û Hezexê yên Şirnexê de cih digire û yek ji mezintirîn geliyên Kurdistanê ye. Walîtiya Şirnexê, ji bo li Geliyê Botanê û Newala Qoriyê 2 têrasên şûşe ku her yek ji wan ji 365 metrekareyan pêk tê bên çêkirin, di 24’ê Hezîrana 2024’an de da îhaleyê. Tevî bertekên gundiyan jî dest bi çêkirina têrasên şûşe hate kirin û niha li ber qedandinê ne. Li hêla din, li heman herêmê qûleyeke leşkerî hate avakirin. Qûleya behsa xeberê li herêmeke bilind hatiye avakirin ku hem Çemê Dîcleyê dibîne hem jî Geliyê Botanê, Keleha Bafê û Qesra Elo Dîno ji jor ve dibîne. Qûleya hatiye çêkirin, xweşikî û xemla xwezaya herêmê jî xerab dike. 
 
GUNDÎ JÊ ACIZ IN 
 
Gundiyên herêmê ku beriya çêkirina qûleyê li ser erdên xwe bi rehetî pezê xwe diçêrand, niha bifikar in. Welatiyan gotin ku tevî wan, geştiyarên tên herêmê jî ji GBT’ê re tên derbaskirin û ev yek rê li ber nerazîbûnan vedike. 
 
Qesra Elo Dîno ku tê payin di sedsala 16’emîn de hatiye çêkirin, Keleha Bafê, serdav û şikeft li Geliyê Botanê hene.