Malbat bi boneya cejnê çûn serdana goristanan

img
AMED - Malbatên li Amedê bi boneya Cejna Remezanê çûn serdana xizmên xwe yên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dayin. 
 
Malbatên Amedê yên ku zarokên xwe di şer de winda kirin, beriya Cejna Remezanê çûn serdana gorên zarokên xwe yên li goristanên navçeyên Licê û Pîranê yên Amedê. Serdan, bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî Piştevanî Yekitî Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) hatin kirin. Malbat, Dayikên Aştiyê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) beşdar bûn. 
 
LICE
 
Di serdana li goristana Çemê Elîka yê navçeya Liceyê de leşkeran GBT’a beşdaran kirin. Malbatên çûn serdanê, dîtin ku kêlên gorên li goristanê hatine şikandin û bertek nîşan dan. Malbatan, kêlên xizmên xwe maç kirin, kevirên wan kom kirin û dua kirin. 
 
'DIVÊ EM XWEDÎ LI PÊVAJOYÊ DERKEVIN’
 
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn bertek nîşanî texrîbata li goristanê da û got: “Êdî pêdiviya vê axê ne bi rondikên çavan, bi aştiyê heye. Ji niha û şûnde divê têkoşîn ji bo avakirina jiyaneke baştir were kirin. Heke em nexwazin ewqas mirin çêbibin, divê em tevek xwedî li vê pêvajoyê derkevin.” 
 
Piştî axaftinan, malbatan dua kirin. 
 
ASTENGÎ NAS NEKIRIN 
 
Goristana Sîsê ya navçeya Liceyê jî hate ziyaretkirin. Kesên ji bo serdanê hatin, bi hinceta ku qeymeqamê navçeyê biryara “qedexeya daxuyaniyê” daye heta demekî dirêj hatin sekinandin. Nehat hiştin girse bi wesayîtan derbasî qada goristanê bibe. Girse jî heta goristanê meşiya. Malbatan, li Goristana Sîsê ku hatibû texrîbkirin, derdor paqij kirin. 
 
Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç li vir axivî û got ku ew kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û dê têkoşîna wan bidomînin. 
 
Herî dawî jî malbatan dua kirin. 
 
PÎRAN 
 
Goristana Pîrejman a girêdayî navçeya Pîranê jî hate ziyaretkirin. Parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kaya, nûnerên rêxistina navçeyê û civaka sivîl jî tev li bûn. Kesên hatin serdanê, li cihekî nêzî goristanê ji hêla cendirmeyan ve hatin sekinandin. Welatiyan bertek nîşanî cendirmeyên hewl dan serdanê asteng bikin, dan. Malbatên ku astengî nas nekirin, xwe gihandin goristanê. Malbatan li ser gorên xizmên xwe dua kirin, goristan paqij kirin û vegeriyan.