Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga li Maltepeyê bang kirin

img
STENBOL - Hêzên Ked û Demokrasiyê ji bo mitînga ku dê bi dirûşma “Em xwedî li demokrasî û îradeya gel derdikevin” li Maltepeyê were lidarxistin, banga tevlibûnê kirin. 
 
Ji bo protestokirina operasyona li dijî Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû, dê sibe li Maltepe ya Stenbolê bi dirûşma “Em xwedî li demokrasî û îradeya gel derdikevin” mitîng bê lidarxistin. Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Stenbolê, têkildarî mitîngê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de banga tevlibûna mitîngê hate kirin. Hat gotin ku dê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê saet di 11.00’ê de li rawestgeha Îdealtepe ya Marmarayê bên gel hev û saet di 12.00’ê de bi kortejekê beşdarî mitîngê bibin.