Li Mêrdînê der barê 26 kesan de doza 'şermezarkirina qayûm'

img

MÊRDÎN – Li Mêrdînê di îdianameya der barê 5 jê girtî 26 kesan de bi hinceta tevlî şermezarkirinên qayûm bûne dozgeriyê îdîa kir ku ev çalakî bi talîmata KCK'ê pêk hatine.

Wezareta Karên Hundir di 4'ê Mijdara 2024'an de cara sêyemîn qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê tayîn kir. Gelek kesên ku tevlî çalakiyên şermezarkirina qeyûm bûn hatin binçavkirin û jê 7 kes hatin girtin. Di çarçoveya lêpirsîna berdewam dike de piştî lêpirsîna ji nû ve 2 kes hatin berdan.
 
Lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê der heqê 26 kesan de dabû destpêkirin û di nav de Mehmet Şîmdî, Medîne Şîmdî, Suleyman Kahraman, Kanîvar Aykal û Huseyîn Aydin jî hene, bi encam bû.
 
Dozgeriyê der barê 26 kesan de bi sûcdariyên; ‘bi hilgirtina çek û amûrên wek wê yan jî şeklê xwe guhertin’ ‘Ji bo pêkanîna peywirê asteng bike li ber xwe dayîn’, ‘zerarê didin milkê cemweriyê’, ‘tevî ku ne endamên rêxistinê ne jî li ser navê rêxistinê sûc kirine’, ‘bê çek beşdarî civîn û meşên bêhiqûqî bûne û tevî hişyariyan jî belav nebûne’ doz vekir. Îdîanameya hat amadekirin ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ve hat qebûlkirin.
 
BIRYARA QEDEXEKIRINÊ WEK HINCAT HAT NÎŞANDAN
 
Di îdîanameyê de 6 polîs jî wek gilîkar bi îdîaya ku di dema çalakiyan de birîndar bûne cih girtin. Serdozgeriyê di îdîanemeyê de diyar kir ku ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman ji aliyê KCK'ê ve bangawazî heye û bi biryara walîtiyê li tevahiya bajêr tevî qedexeya çalakî û bûyeran jî welatî tevlî çalakiyan bûne Di îdîanmeyê de her wiha hat gotin ku di çalakiyên ku heta saetên êvarê dewam kirin de kevir û hin eşyayên ber bi avahiya bajêr ve hatin avêtin û piştî mudaxaleya bi ava şîd welatî belav bûn. Di nameya ku Ji aliyê Midûriyeta Polîsan a Mêrdînê ve hat şandin de hat gotin ku roja qeyûm hatiye tayînkirin 12 mertalên aîdî polîs û antena bêtêlekê hatine şikandin û ev yek jî weke sedema zerara li mal û milkên cemaweriyê.
 
ISRARA DOZGERIYÊ YA 'TALÎMATA KCK'Ê' 
 
Dozgerî di beşa nirxandinê ya dosyeyê de got ku welatiyên ku bi tayînkirina qayûm re hatine şaredariyê di saetên sibehê de  tevli çalakiyê bûne. Tevî ku ev gotin di îdîanameyê de cih digire jî beşdariya çalakiya şermezarkirina qayûmên wek talîmatên KCK'ê tê binavkirin û wiha tê gotin;  "( ...) Bi armanca protestokirina tayînkirina qeyûman hatine ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, ligel hişyariyan belav nebûne, bi avêtina keviran hêzên ewlehiyê birîndar kirine, zirar dane amûr û wesayîtên hêzên ewlehiyê. Li gorî lêkolînkirina çalakvanan dimemên çalakvanan di girtekên lêkolînê de cih digirin, gotinên wan hatine teşhîskirin, gumanbar sûcên xwe qebûl nekirine û ji bo sûcdariya xwe qebûl nekin bi awayekî razber înkar kirine û bawerî bi gotinên Serdozgeriya Komarê neanîne.”
 
'ARMANC BÊDENGKIRINA MUXALEFETA CIVAKÎ YE'
 
Ji parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Ayaz Elgûn diyar kir ku hemû sûcdariyên di îdîanameyê de hatine kirin bêbingeh in û wiha got: "Her ku welatî agahiya tayînkirina qeyûm bihîstin, ji bo şermezarkirina biryara qeyûm li ber avahiya şaredariyê li hev civiyan. Ew ne bi talîmatê bûn, lê bi temamî di çarçoveya bikaranîna mafên xwe yên makeqanûnê de bûn û bertekên xwe nişan dan. Weke ku di dosyeyê de jî hatiye gotin, bi rûyê xwe yê girtî tevlî çalakiyan bûne, berevajî vê rûyê wan vekiriye. Li gel ku sûcdariyên dozgeriyê bêbingeh in jî, biryarên walîtiyê yên ku nahêlin welatî mafê xwe yê xwepêşandan û meşê bi kar bînin, tevî ku li dijî Destûra Bingehîn in jî, hewl hat dayîn rewa bê nîşandan. Her wiha Dadgeha Makeqanûnê di 26’ê Cotmeha 2023an de, di çarçoveya rêgeza yasayî ya sûc û ceza de, hukmê TCK'ê ya bi navê 'bêyî ku endamê rêxistinê be li ser navê rêxistinê sûc kiriye' betal kir. Tevî vê yekê jî dozgeriyê ji ber vê sûcdariyê ceza xwest. Em dikarin bêjin ku ev dosya bi temamî bi armanca bêdengkirina muxalefeta civakî ye.”
 
MA / Ahmet Kanbal