NAVENDA NÛÇEYAN - Di serdegirtinên malan ên li Stenbol û Enqereyê de rojnameger Elîf Baybûrt û Nîsa Sûde Demîrel jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Stenbol û Enqereyê îro jî bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtinên malan ên li Stenbolê de nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Etkînê (ETHA) Elîf Baybûrt û nûçegihana Rrojnameya Evrenselê Nîsa Sûde Demîrel hatin binçavkirin.
Rojnameger birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajar. Her du rojnamegeran jî çalakiyên protestoyî yên li dijî lêpirsîna têkildarî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dişopandin.
Her wiha li Enqereyê jî bi ser gelek malan de hate girtin. Hat zanîn ku di serdegirtinên malan de xwendekar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.