ROJEVA 27’Ê ADARA 2025’AN

img
* Welatiyên Kirşehîrî ku piştî salên dûr û dirêj Newroz pîroz kirin, wiha gotin: “Em bi banga aştiyê ya Rêbertiyê re ne. Me Newroza xwe bi hêviya aştiyê pîroz kir.” 
 
*Hevşaredarê Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz ku li şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin û li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin, ji ajansa me re name şand û got: “Tevî sepanên dijdemokratîk jî hêviya me ya ji bo jiyaneke adilane didome.” 
 
* Ji bo rojnamegerên hatin binçavkirin û girtin dê li Qadacumhuriyetê ya Îzmîrê daxuyanî bê dayin. (13.00)