Tehliyeyên girtiyên 30 sal in di girtîgehê de hatin astengkirin

img

EDENE  - Tehliyeyên 2 girtiyên 30 sal in di girtîgehê de û li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin, bi hinceta “poşmantî” qebûl nekirine hatin astengkirin. 

Tehliyeyên Mecît Alagoz û Ahmet Dogan ku 30 sal in di girtîgehê de ne û li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçuler a Edeneyê tên ragirtin, bi hinceta ku “poşmantî” qebûl nekirine ji hêla Lijneya Îdare û Çavdêriyê ve hatin astengkirin. Tehliyeya Alagoz ji bo 6 mehan û ya Dogan jî ji bo 3 mehan hate taloqkirin.