HSD’ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir

  • rojane
  • 11:56 27 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Ragihandinê ya HSD’ê bîlançoya şer û pevçûnên 24 saetên dawî eşkere kir. 

Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8’ê Kanûna 2024’an heta niha bênavber didomin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî bersivên tund didin êrişan. 
 
Navenda Ragihandina HSD’ê têkildarî bîlançoya şer û pevçûnên di nava 241 saetên dawî de qewimîn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Li gorî nûçeya ANHA’yê, daxuyaniya HSD’ê wiha ye: 
 
“Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker duh (Çarşem) rêzeêriş li derdora Bendava Tişrînê pêk anîn. Balafirên cihên karkeran ên girêdayî bendavê û gundê Qişlê yê nêzî wê bombebaran kirin. Dagirker û çeteyan ji şeva sêşem/ çarşem heya duh herêma derdora bendavê bi çekên giran topbaran kirin, di encamê de zerarên madî çêbûn. Çeteyan bi desteka hewayî û obîsan êrîşî nuqteyên hêzên me kirin. Şervanên me bersiv dan û şerekî dijwar derket. Di encama şer de kuştî û birîndarên çeteyan çêbûn. Yekîneyên Şehîd Harûn jî beşdarî bersivdayîna êrişan bûn, erebeyeke leşkerî ya BMB rûxand û erebeyek din a leşkerî ya bi tîpa Tota derbe kir.
 
ENIYA QEREQOZAQÊ
 
Eniya Pira Qereqozaxê; balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirekr êriş li ser gundên Xeseq û Tînayê pêk anîn. Di encamê de ziyanên madî gihiştin milkên sivîlan. Her wiha gundên Tîna, Cade, Bîr Hiso, Dîkan, Melha û Senaa, girên Sêvê û Qereqozaxê bi zêdetirî 120 guleyên roket, tank, obîsên giran û hawanan bê serûbre hatin topbarankirin. Di encama topbaranê de zerarên madî yên mezin li mal û milkên şêniyan bûn.
 
Di saetên nîvro de jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi desteka obus û balafiran, êrişî nuqteyeke hêzên me kirin. Şervanên me êriş têk birin û şer derket. Di encamê de hejmarek çete hatin kuştin û hin birîndar bûn, yên din jî ji cihê şer reviyan.
 
Di tevahiya duh de balafirên bê mirov ên dewleta Tirk a dagirker li ser bajarê Dêr Hafirê û gundewarê wê digeriyan.”