Mijarên tên mereqkirin dê piştî hevdîtina 3’yemîn a li Îmraliyê zelal bibin

  • rojane
  • 16:13 26 Sibat 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Mijarên ku raya giştî mereq dike dê piştî hevdîtina sêyemîn a Şandeya Îmraliyê ya sibe zelal bibin. 

Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê sibe li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn li dar bixe. Ahmet Turk jî dê di şandeyê de cih bigire. 
 
Pirsên weke “Gelo dê şande daxuyaniyê bide?” û “Gelo dê Abdullah Ocalan bangekî bike yan na?” dê piştî hevdîtina sibe bên bersivandin.