ROJEVA 2’YÊ SIBATA 2025’AN

img
*  Hîmê Termînala Otobûsan a Qersê di sala 2007’an de hate avêtin lê hêj neketiye meriyetê. Hêj ne diyare dê kengî ji xizmetê re bê vekirin. 
 
* Hevserokê Meclisa Civaka Ermen a Hesekê Îmad Teteryan diyar kir ku ew di nava Rêveberiya Xweser de bi nasnameya xwe hene û wiha got: “Em berhemên neteweya demokratîk yekser dijîn. Lewma weke gelê Ermen banga me ew e ku ev komkujî di zûtirin demê de bên sekinandin.” 
 
* Aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor diyar kir ku bi êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re tê xwestin ku îradeya rêveberiya xweser were şikandin û wiha got: “Em xwedî li Rojava derkevin û piştgiriyê bidin têkoşîna azadiya jinê.” 
 
*Şanogerê Kurd Bavê Teyar di êrişa bi SÎHA’yan a dewleta tirk de jiyana xwe ji dest da. Hevalê wî Îsa Oso qala Bavê Teyar kir û wiha got: “Bavê Teyar bû stêrkek ku rê nîşanî me dide. Wî soz da şehîdan, em jî soz didin wî û dê heta hetayê xwedî li vê sozê derkevin.” 
 
*Welatiyan bertek nîşanî bihayê xaniyan û kirêyan dan û gotin ku ev 40 sal in budçeya gel ji bo şer tê xerckirin û xwestin pirsgirêka Kurd li Meclisê were çareserkirin. 
 
* DEM Partî dê li gelek bajaran “Çalakiyên Aştiya Civakî û Azadiyê” li dar bixe. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar dê tev li çalakiya li Êlihê bibe. (10.00-15.00) ZINDÎ
 
* Çalakiya nobetê ya li dijî tayînkirina qeyûm li Sêrtê hatiye destpêkirin dê bidome. (12.00-16.00) ZINDÎ
 
* DEM Partî dê li Qada Esenyurtê ya Stenbolê mitînga “Ji bo Azadî û Aştiyê” li dar bixe. (13.00) ZINDÎ