Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hatin bibîranîn

  • rojane
  • 12:52 28 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di roja 40’emîn a qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. 

Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di roja 40’emîn a qetilkirina xwe de li ser gorên xwe hatin bibîranîn. 
 
Gelek rojnameger beşdarî bîranînê bûn û rojnamgeran çîçek danîn ser gorên wan. Rojnamegerên di bîranînê de axivîn, gotin ku dê xwedî li mîrateya hempîşeyên xwe derkevin û têkoşîna wan bidomînin.