Xelkê Kobanê salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir

  • rojane
  • 16:21 26 Çile 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran welatiyên Kobanê bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina bajarê xwe pîroz kirin. 

Bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi beşdariya bi hezaran kesan li Kobanê pîrozbahî hat lidarxistin. Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û kesên biyanî beşdarî pîrozbahiyê bûn. 
 
Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî têkildarî berxwedaniya rizgarkirina Kobanê û damezirandina Rêveberiya Xweser Cîgira Hevseroketiya Cibcîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl, Hevserokên Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa, Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn, Tevgera Pêşverû ya Navdewletî Dîvêt Edêlr, Endama Parlementera ya Firandayê Danîliya Simonî û Rêveberiya Şaredariya Romayê Emedyo Şakrî axivîn.
 
Di axaftinan de hate ragihandin ku beriya 80 salî çawa ku li Îtalyayê faşîzm têk çû, wê careke din faşîzmê têk bibin û li Kobanê azadî û demokrasiyê misoger bikin.
 
Axaftvanan anîn ziman ku divê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê bêne rawestandin.
 
Di şahiyê de hunermendên ji TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn hunera xwe pêşkêş kirin. Beşdaran jî li ber stranên wan govend gerandin.