Ciwanan qeyûm protesto kirin

  • rojane
  • 08:24 17 Çile 2025
  • |

MÊRSÎN - Ciwanan li navçeya Akdenîzê di tevahiya şevê de bi çalakiyên xwe tayînkirina qeyûm protesto kirin. 

Berxwedana ciwanan a li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê di roja 7’an de jî didome. Ciwan daketin kolanên taxên Yenîpazar û Demîrtaşê yên Akdenîzê, agir hil kirin û qeyûm protesto kirin. Polîsan bi bombeyên gazê êrişî ciwanan kirin û li ser vê yekê ciwanan jî bi fîşekên hewayî, molotof û bombeyên dengan bersiv dan. 
 
Polîsan bi ser hinek malan de girtin û gef li malbatan xwarin. Her wiha zarok jî di nav de herî kêm 10 kes hatin binçavkirin.