ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2024'AN

  • rojane
  • 09:00 24 Kanûn 2024
  • |
img
* Rêbaza pansûmanê ya îktîdarê di karê tenduristiyê de nebû derman. Tundî zêde bû, bi hezaran bijîşk koçî derveyî welat kirin. ‘Çeteya Yenîdogan’ rizandinên xebatên tenduristiyê raxist ber çavan.
 
*  Girtiyên li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê bal kişandin ser binpêkirinên li girtîgehê û dan zanîn ku tehliyeya 7 girtiyan hatiye astengkirin û înfazên 4 girtiyan hatin dirêjkirin. 
 
* Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan diyar kir ku di hevdîtina 23’yê Cotmehê de Abdullah Ocalan jê re gotiye; “Kurd, ne Kurdên 100 sal berê ne. Kurd, dê heta dawiyê mafên xwe biparêzin.” 
 
* Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê cezayê qedexeya hevdîtinê û cezayê hucreyê li 37 girtiyan hatibû birîn. Ev ceza, ji hêla Dadgeriya Înfazê ve hatin erêkirin. Girtiyan, têkildarî cezayan bi rêya parêzerên xwe pêvajoya îtîrazê dan destpêkirin. 
 
* Apê Emîn Şahîn ku bertek nîşanî neberdana biraziyên xwe Emrah û Firat Nebîoglû yên ku yek ji wan li derve û yê din li girtîgehê felcî bûne dan û xwest ku parêzvanên mafên mirovan dengê wan ragihînin. 
 
* Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz diyar kir ku li Sûriyeyê aştî bi pêkhateyeke piralî pêkan e û got: "Li Sûriyeyeke pirnasnameyî de, modela ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê meşandin, modeleke ku li gor rizaya civakê ye." 
 
* DBP, KKP, Azadî, PÎA, DDKD, Komeleya Şêx Seîd û Platforma Yekitiya Jinên Kurd dê têkildarî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat daxuyaniyê bidin. (11.00) ZINDÎ
 
* Çalakiyên nobetê yên li ser sînorê Qamişlo û Kobanê hatine destpêkirin dê berdewam bikin. (12.00-16.00) ZINDÎ
 
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê di civîna koma partiya xwe ya Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDÎ
 
* Zarokê 18 mehî Mehmet Uytun li Şirnexê bi fîşeka gazê ya leşkeran hatibû qetilkirin. Danişîna doza qetilkirina Uytun dê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê bê lidarxistin. (13.30) 
 
* Danişîna ewil a 2’yemîn dosyaya hatiye cudakirin a Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê lidarxistin. (14.00)