Fatma Sumelî ya ku bi tirkî nizanibû nehat tedawîkirin

  • rojane
  • 09:58 19 Îlon 2024
  • |

SÊRT - Fatma Sumelî ya li Sêrtê dijî ji ber guhê wê nabihîze çûye nexweşxaneyê û jê re hatiye gotin, “Nexweş ji ber ku tirkî nizane nirxên wê yê SRT nehatiye pîvan” û lewma tedawiya wê nehatiye kirin. 

Fatma Sumelî xwest li Polîklînîka Guh Bêvil Qirikê ya Nexweşxnayea Pewerdehiyê û Lêkolînê ya Sêrtê tedawî bibe. Hat zanîn ku Fatma Sumelî ji ber ku bi tirkî nizanibûye nehatiye tedawîkirin. Sumelî a ku guhê wê giran bûne di 17’ê îlonê de diçe nexweşxaneyê. Lê belê ji ber ku Sumelî bi tirkî nizanibûye testa wê ya guh ango SRT’ê nehatiye kirin. Bijîşkê ku li Sumelî nihêriye, li ser kaxezê ku ji bo testa guh amade kiriye, ev nîşe nivîsandiye: “Nexweş ji ber ku bi tirkî nizanibûye nirxên SRT’ê nehatine pîvan.” Bijîşk pêşniyaz dike ku Sumelî bibin nexweşxaneyek din tedawî bikin. 
 
CIHÊKARIYA LI HEMBERÎ NEXWEŞ 
 
Abbass Sumelî diyar kir ku ji ber pirsgirêka di guhê diya wî de ew diçin nexweşxaneyê û wiha got: “Deng nayê dayika min, em jî li ser vê yekê çûn nexweşxaneyê. Dema em çûn nexweşxaneyê me testa guhê wê kir. Ewilî bi amûrekê li guhê wê nihêrîn. Paşê bijîşk li diya min nihêrî. Xwestin em biçin nexweşaneyên li Amedê an jî Êlihê. Min li kaxezê ku dane me mêze kir, tê de ev dihat nivîsandin; ‘Nexweş ji ber ku bi tirkî nizane nirxên SRT’ê nehatine pîvan’. Me xwest em bi rêya werger bikin lê daxwaza werger nîne. Xwestin ez dayika xwe bibim cihekî din tedawî bikim. Li wir ên bi kurdî jî dizanibûn hebûn, em jî hebûn lê belê dîsa xwestin em biçin bajarekî din.” 
 
DAXWAZA TENDURISTIYA BI ZIMANÊ ZIKMAKÎ
 
Sumelî destnîşan kir ku muameleya li nexweşxaneyê hatiye serê wan carek din hewcedarî, pêdiviya tenduristiya bi zimanê zikmakî ferz kiriye û wiha got: “Dayika min ji ber tirkî nizanibû nehat tedawîkirin. Li Sêrtê bi piraniya xelkê kurd in. Bi piraniya extiyarên tên nexweşxaneyê bi tirkî nizanin. Divê ku li xelkê wisa nekin. Dema em daxwaza tenduristiya bi zimanê zikmakî dikin jî meseleya me tam jî ev e. Me carek din dît ku xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî çiqas girîng e.” 
 
Sumelî da zanîn ku wan giliyê bijîşk ji Wezareta Tenduristiyê re kirine û got ku mafên wan ê tedawiyê hatiye astengkirin. 
 
Testa SRT’ê ew yek e ku bijîşkê guh kontrola guh dike ango testa bihîstin û nebihîstinê ya nexweş dike.