Başkurt ê li Licê jiyana xwe ji dest da hate definkirin

  • rojane
  • 09:54 19 Îlon 2024
  • |
img
SÊRT - Endamê HPG’ê Fehmî Başkurt ê di pevçûneke li Licê de jiyana xwe ji dest da, li Sêrtê hate definkirin. 
 
Endamê HPG’ê Fehmî Başkurt (Botan) di 16’ê îlonê di pevçûneke li gundê Pêçarê yê navçeya Licê ya Amedê jiyana xwe ji dest da. Malbatê, cenazeyê Başkurt ji Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê wergirt û bi girseyî bi rê ketin. Di derketina navçeya Farqînê ya Amedê de konvoy hate sekinandin. Polîsan destûr dan ku tenê wesayîta cenazeyê derbas bibe û wesayîtên din hatin astengkirin. 
 
Malbatê, canezeyê Başkurt anî gundê Serxanis ê navçeya Berwarî ya Sêrtê. Cenazeyê Başkurt, piştî wecîbeyên olî li rex gora bavê wî hate definkirin.