Bi hinceta biryara 'qada Sîtê' nahêlin şênî biçin gundê xwe

  • rojane
  • 09:53 19 Îlon 2024
  • |

ŞIRNEX - Tevî wezaret dibêje “qedexe tune ye” jî ketina gundê Şaxê yê Cizîrê ku gundekî dîrokî ye û di salên 90’î de hatibû şewitandin û valakirin, bi hinceta biryara “Qada sîtê ye” hatiye qedexekirin. 

Gundê Şaxê yê Cizîr a Şirnexê di salên 1990’î de hate şewitandin û valakirin. Ketina gund jî bi temamî hate qedexekirin. Gund, 15 km’an dûrî navenda navçeyê ye û yek ji gundên herî kevnar ên herêmê ye. Rabûrdiya gund heta serdema Împaratoriya Asuran jî diçe û 7 kelehên dîrokî lê hene. Li gund her wiha sarîçxane, şikeft, kevir û zinarên qewartî hene. 
 
Gundê Şaxê, di navbera salên 1993-1994’an de bi hinceta “ewlehiyê” hate şewitandin û valakirin. Şêniyên gund neçar man ku koçî navçe û bajarên nêz bibin. Bi salan piştre şêniyên gund tenê bi “destûrê” dikarin biçin gundê xwe. Lê belê di 24’ê hezîranê de gund di pileya yekemîn de weke qada Sîtê hate îlankirin û piştî vê biryarê ketina gund bi temamî hate qedexekirin. 
 
KETINA GUND HATE QEDEXEKIRIN
 
Şêniyên gund ên li Cizîrê dijîn, têkildarî mijarê bi Navenda Ragihandinê ya Wezareta Çand û Turîzmê re hevdîtin kirin. Ji gundiyan re hate gotin ku di mijara ketin û derketina şêniyan a gund de tu qedexe tune ne. Ji bo agahdariya nivîskî, şêniyên gund serî li Midûriyeta Lijneya Herêmê ya Parastina Berhemên Çandî ya Mêrdînê dan. Ji gundiyan re hate gotin ku dê qereqola li herêmê di çarçoveya biryara wezaretê de li gund xebatan bide destpêkirin û ketina gund qedexe ye. 
 
Her wiha hate gotin ku dê destûr neyê dayin li herêmê avahî bên çêkirin, dar bên çandin, erd bê kolandin û ax bê kêlandin. Hat gotin ku “tenzîmkirina meydanê, otoparka vekirî, klubeya notirvan û hwd. tenê piştî biryara lijneya parastinê dikare bên avakirin.” 
 
Hinek şêniyên gund destnîşan kirin ku li herêmê lêgerîna xizîneyan heye lewma destûr nayê dayin ku biçin ser gundê xwe. 
 
'EM NIZANIN ÇI TÊ KIRIN’
 
Ji şêniyên gund Gullu Gerem da zanîn ku bi sala ye nikarin bi rehetî biçin gundê xwe û di mehên dawî de ketina wan a gund bi temamî hatiye qedexekirin. Gerem, wiha domand: “Di salên 90'î de em bi darê zorê ji gund hatin derxistin û em çûn Cizîrê. Ji me re gotin an hûn dê bibin cerdevan an jî dê ji vir derkevin. Me jî qebûl nekir û ji gund derketin. Gundê me şewitandin û hilweşandin. Piştî qedexeyên derketina kolanan, 2 salan me karî bikevin gund. Me zeviyên xwe çandin. Lê ev çendek meh in bi temamî hatin qedexekirin.” 
 
Bi domdarî Gerem destnîşan kir ku li gundê wan gelek dêr û kelehên dîrokî hene û wiha pê de çû: “Niha jî di bin navê parastina van de gundê me weke qada Sîtê îlan kirin. Dê tevahiya gund bikin malê xizîneyê. Li her bajarekî ketina gundan serbest e lê çima em nikarin bikevin gundê xwe? Li çi digerin û çi dikin em nizani.” 
 
'HER DEVERÊ DIKOLIN’
 
Ji şêniyên gund Keser Oyman jî bertek nîşanî qedexeyê da û wiha got: “Nahêlin em biçin gundê xwe. Em dixwazin biçin lê binêrin û bibînin. Lê destûra wê jî nadin. Dema em dixwazin ji bo geştê jî biçin destûrê nadin. Me di demên berê de destûr digirt û em diçûn. Lê niha ew jî rakirin. Ji bilî dewletê kesek nikare biçe wir. Her deverê dikolin.” 
 
MA / Zeynep Durgut