Ji bo mitînga 'azadiyê' ya Amedê seferberî: Em ji vê rewşa heyî re bêjin 'bes e'

  • rojane
  • 09:04 19 Îlon 2024
  • |
img

AMED - Hevserokê MED TUHAD-FED'ê Kerem Canpolat bal kişand ser girîngiya mitînga "azadiyê" ku wê di 13'ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin û wiha bang kir: "Divê bi sed hezaran kes li Qada Îstasyonê bicivin û ji vê rewşa heyî re bêjin bes e." 

Platforma Saziyên Demokratîk di 12'ê Îlonê de li Amed û Stenbolê bi daxuyaniya bi ser navê "Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê dicivin" da ku kampanyaya "ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya demokratîk" ber bi qonaxeke din ve biriye. Di vê çarçoveyê de wê di 13'ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mitîngeke mezin bê lidarxistin. Ji bo çalakiyên mitîngê heyetên li Stenbol û Amedê ku di nav de hunermend û siyasetmedar jî hene, wê heta roja mitîngê li hemû bajaran li qadan bin. Heyet wê bi çalakiyên wekî civînên gel ên li Marmara, Ege, Çûkûrova, Anatoliyaya Navîn û Kurdistanê, bi hezaran kesî re bicive. 
 
Hevserokê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD FED) Kerem Canpolat, der barê amadekarî û xebatên mitîngê de axivî.
 
'DIVÊ JI BO ASAYÎBÛNÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN'
 
Canpolat diyar kir ku ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û misogerkirina azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd li tevahiya cîhanê rêzeçalakî tên lidarxistin. Canpolat da xuyakirin ku neçareserkirina pirsgirêka kurd bingeha gelek pirsgirêkên li erdnîgariya Rojhilata Navîn e. Canpolat da xuyakirin, ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd pêwîst e careke din bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin û got: "Daxwazên me hinekî jî jiholêrakirina atmosfera neyînî ya li Tirkiyeyê ye."
 
Canpolat destnîşan kir ku dema hevdîtin bi Abdullah Ocalan re dihatin kirin di jiyanê de asayîbûnek çêbûbû û got: "Ji bo Tirkiye cardin vegere vê rewşa asayî divê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan bê şikandin. Li Tirkiyeyê krîzeke mirovahî, exlaqî, wijdanî û hiqûqî heye. Ji bo çareserkirina van krîzan bangeke me ya bi vî rengî heye. Em bawer in ku wê pirsgirêk bi vî awayî çareser bibe. Jı bo vö ji hewce ye em çalakıyön demokratîk berbelavtir bikin û bêtir xwe bigihînin girseyan." 
 
SEFERBERIYA JI BO MÎTÎNGÊ
 
Canpolat bilêv kir ku ew dixwazin li Tirkiyeyê xwe bigihînin hemû beşên civakê û got ku ew ê bi hemû derdorên demokrasîxwaz û aştîxwaz re li qadan dengê xwe bilind bikin. Canpolat got: "Em dixwazin vî dengî bigihînin partiyên desthilatdar ên dewletê. Eger em yekîtiya xwe çênekin û dengê xwe bilind nekin, wê ji sedî 95'ê Tirkiyeyê zirarê bibîne. Em hewl didin ku bigihêjin ji sedî 95'an vê derdorê."
 
Canpolat diyar kir ku ji bo mitîngê hemû saziyên di platformê de seferber bûne û got ku nûnerên sazî, rewşenbîr, nivîskar û parlamenterên Tirkiyeyê jî tevlî mîtîngê bûne. Canpolat got: "Em di wê baweriyê de ne ku ji Tirkiyeyê wê bi hezaran kes werin û beşdarî mîtîngê bibin. Wê bi sazî, partiyên siyasî û hemû kesên li Kurdistanê hevdîtin bên kirin. Hewce ye em di 13'ê Cotmehê de her kesî bînin qada Îstasyonê."
 
Canpolat wiha got: "Heke em dengê xwe bilind nekin wê ev pergal bi vî rengî bidome. Aborî û demokrasî wê têk biçe. Bêhiqûqî wê zêdetir xwe nîşan bide. Wê ciwan zêdetir bikevin nava çirava tiryakê. Ji bo vê jî divê bi sed hezaran kes li Qada Îstasyonê ya Amedê bicivin û ji vê re bêjin 'bes e'."
 
MA / Mujdat Can