Bakirhan: Ya ku tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêxistiniya rizî ya dewletê ye

  • rojane
  • 13:00 18 Îlon 2024
  • |
img
MÊRSÎN - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan li Mêrsînê di çarçoveya kampanyaya “Nan û Edaletê” de bi rojnamgeran re civiya. Bakirhan, bal kişand ser qetilkirina Narîn Guranê û wiha got: “Ya ku li vir tê veşartin ne kujerên Narînê, rêxistinbûna rizî ya dewletê ye.” 
 
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, di çarçoveya kampanyaya “Nan û edaletê” de li restouranteke Mêrsînê bi rojnamegeran re civiya. Di hevdîtinê de pankarta “Em li dora têkoşîna nan û edaletê dicivin” hate daliqandin. Bakirhan, pirsên rojnamegeran bersivand. 
 
'EM Ê BI AZADÎXWAZAN RE BIN’ 
 
Bakirhan, diyar kir ku tiştên rojnameger dijîn girêdayî tiştên li Tirkiyeyê tên jiyîn in û wiha got: “Îktîdar, dostê sermayedaran e. Dostê çapemeniya herêmî, kedkar, mesnaf û hwd. nîne. Tevdîrên teserûfê li kesên mûçeyê kêmtirîn werdigirin tê ferzkirin lê ji bo kesên ji THY’ê 600 hezar lîreyan mûçe digirin nîne. Ji bo bûdçeya Serokatiya Karên Diyanetê ev tevdîr tune ne. Dema mijara behsa xeberê dibe çapemeniya herêmî, dibêjin; ‘Tu abone nabî, piştgirî nadî, ji bûdçeya navendî alîkariya fînansî wernagirî...’ Mirov pariyê nan peyda nakin lê ew dibêjin ‘me mezintirîn qesra cîhanê ava kir.’ Li welêt edalet tune ye, hiqûq tune ye, rojnameger û siyasetmedar girtî ne lê ew qesrên herî mezin ên edaletê çêdikin. Vaye em li dijî van têdikoşin. Em dixwazin ji bo pirsgirêkên cotkar, sewalkar, karker û kedkaran bibin çareserî û li dijî şêlandinê têbikoşin. Em ê bêdeng nemînin. Tevî zordestiya wan jî em ê li cem kedkar, azadîxwaz û kesên li heqê digerin cih bigirin.” 
 
NÎQAŞA DESTÛRA BINGEHÎN A NÛ
 
Piştre jî Bakirhan pirsên rojnamegeran bersivand. Li ser pirsa têkildarî destûra bingehîn a nû, Bakirhan ev tişt anî ziman: “Îktîdar û şirîkên wê her tim qala Destûra Bingehîn a derbeyê dikin. Bawer bikin em êdî xweziyan bi serdema derbeyê tînin. Qet nebe li gorî biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn tevdigeriyan. Dadgêran her çend tev li biryarên DMME’yê nebin jî pê dikirin. Di serdemeke ku daraz ji holê rabûyî, ketiye bin kontrola siyasetê, hemû rengên gel û baweriyên li Tirkiyeyê hatine vemirandin, bi darê zorê tên asîmîlekirin û tunekirin, di demekê govendên kurdan tên qedexekirin de dibêjin; ‘Em ji Destûra Bingehîn a leşkerî xelas bibin, yeke nû çêbikin.’ Her kes dikare destûreke nû ya bingehîn çêbike. Lê ya girîng wesfên wê ne. Gelo dê demokratîk be û cudahiyên civakê xwe tê de bibînin? Nexwe dê bibe dubareyeke xerab a derbeyê. Destûra bingehîn a heyî mafê hemwelatiya wekhev a elewiyan nas nake, ziman û çanda kurdan nas nake, baweriyên din tê de tune ne. Divê di vê mijarê de jidil bin. Di demeke Demîrtaş, Yuksekdag û bi hezaran kesên ji ber twîtekê di girtîgehê de, dê kî ji vê pêvajoya çêkirina destûra bingehîn bawer be?” 
 
BÊDENGIYA RÊXISTINKIRÎ
 
Têkildarî qetilkirina Narîn Guranê de jî Bakirhan wiha got: “Cînayeta Narînê nîşanî me da bê ka îktîdar, dewlet û hêzên wê yên tarî çi ne û civakeke çawa ava kirine. Gundê Çuliyê ji hêla dewletê ve hatiye birêxistinkirin. Hemû nirxên civaka exlaqî, polîtîk li vir hatine tunekirin. Narîn ne tenê ji hêla kujerên wê ve hate qetilkirin. Di esasê xwe de rêxistiniya dewletê ya li wir, komên paramîlîter kujerên Narînê ne. Ma dewletek dikare li hemberî cînayeteke wiha birêxistinkirî bêdeng be? Tevî hemû derfetên dewletê, MÎT’ê, cendirme, çapemeniya alîgir jî ev bû 20 roj em hêj nizanin ka kê Narîn qetil kiriye. Kesekê li Taxa Akdenîzê twîtekê diavêje yekser tê binçavkirin lê li holê cenazeyek heye û em nizanin kê kiriye. Ya ku li vir tê veşartin ne kujerên Narînê ne, rêzistiniya rizî ya dewletê ye. Zîhniyeta ku şoreşger û welatparêz bi girêkên beraz û îşkenceyê qetil dikir li vî gundî rêxistinkirî ye. Lewma ser gund de naçin. Dewlet, nebaşiya li wir vedişêre. Bêdengiyeke rêxistinkirî heye, nebaşiyeke birêxistinkirî heye.” 
 
Di berdewamê de Bakirhan bal kişand ser girîngiya Mêrsînê û wiha pê de çû: “Mêrsîn yek ji wan bajara ye ku me lihevkirina bajar li wir kiriye. Di hilbijartina dawî de kelehên îktîdarê yek bi yek ketin. Bi piştevanî û alîkariyê em ê hemû pirsgirêkên xwe çareser bikin. 
 
Piştî bersivandina pirsan, Bakirhan demekê bi rojnamegeran re sihbet kir û hevdîtin bi dawî bû. 
 
Bakirhan dê saet di 16.00’ê de bi Ziyareta Kooperatîfa Masîvanan û Hilberînerên Rûberê yên Kazanliyê re bê gel hev.