Di doza rojnamevan Kaya de cerdevan dev ji gilîkirina xwe berda

  • rojane
  • 12:41 18 Îlon 2024
  • |
img
AGIRÎ - Di danişîna ewil a der barê rojnamevan Abdullah Kaya de hat vekirin de, cerdevan C.Y. got ku ew dev ji gilîkirina xwe berdide. 
 
Rojnamevan Abdullah Kaya di Hilbijartina Giştî ya 14’ê Gulana 2023’yan de li navçeya Giyadînê ya Agiriyê nûçeya cerdevanê ku bi çeka xwe ketibû dibistanê û ray bikar anîbû, çêkiribû. Ji ber vê nûçeyê der barê Kaya de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a dozê li Dadgeha Cezayê Asliye ya Giyadînê hat lidarxistin. Kaya yê ku bi îdiaya “Daneyên şexsî li dijî hiqûqê bi dest xistiye û belav kiriye” dihat darizandin û parêzerê xwe di danişînê de amade bûn. 
 
Piştî tespîta nasnameyê rojnamevan Kaya parastina xwe kir û got: “Azadiya çapemeniyê bi qanûnan hatiye mîsogerkirin. Min di çarçoveya xebatên xwe yên meslekî de nûçe çêkiriye û tevgeriyam e.” 
 
Parêzer Zulfu Polat jî da zanîn ku miwekîlê wî rojnamevan e û çêkirina nûçeyê ne sûc e û got: “A rast ê sûcdarî ew e ku meriv bi çekê biçe ser sindoqê. Ez dixwazim miwekîlê min were beraetkirin.” 
 
Cerdevan C.Y. ê ku giliyê rojnamevan Kaya kiribû, diyar kir ku ew dozdar nîn e û dev ji gilîkirina xwe berdide. Danişîn taloqî 21’ê sibata 2025’an hat kirin.