Danişîna doza nivîskar Ekîncî hate taloqkirin

  • rojane
  • 12:10 18 Îlon 2024
  • |
img
STENBOL - Ji ber pirtûka “Kesên Xewnên Wan Nîvcoyî Hatine Hiştin”, derheqê nivîskar Yavuz Ekîncî de bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê, ji bo amadekirina mutalaayê hate taloqkirin. 
 
Pirtûka nivîskar Yavuz Ekîncî ya “Kesên Xewnên Wan Nîvcoyî Hatine Hiştin” di sala 2014’an de hate weşandin. Ji ber çendek peyvên di pirtûkê de derbas dibin, derheqê Ekîncî de doz hatibû vekirin. Danişîna ewil a Ekîncî, li 23’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hate lidarxistin. Ekîncî û parêzerên wî di danişînê de amade bûn. 
 
ÇÎROKA VÊ ERDNÎGARIYÊ YE
 
Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyan dest pê kir. Piştre jî Ekîncî axivî û tawanbarî red kir. Ekîncî, got ku pirtûka wî di esasê xwe de çîroka vê erdnîgariyê ye. Ekîncî, da zanîn ku li ser giliyê li ser CÎMER’ê hatiye kirin, 7’emîn Dadgeriya Cezayên Sulhê piştî sala 2014’an biryara komkirina pirtûkê û qedexekirinê daye. Ekîncî, got ku biryara qedexeyê û komkirinê polîtîk e. Ekîncî xwest ku pirtûka wî di çarçoveya azadiya fikr û xweîfadekirinê de were nirxandin û daxwaza beraetê kir. 
 
Parêzerê Ekîncî, Can Ekîncî jî bi bîr xist ku pirtûk di sala 2014’an de hatiye weşandin lê dîroka sûc a di îdianameyê de weke 8’ê sibata 2023’yan hatiye nîşandan. Ekîncî, diyar kir ku ji hêla hiqûqî ve dîroka îxbarê weke dîroka sûc nayê qebûlkirin û wiha got: “Romanên çapkirî girêdayî Qanûna Çapemeniyê ne. Bi ser çapê re 10 sal derbas bûne û li gorî qanûnê ber demborînê ketiye. Lewma em dixwazin doz were betalkirin. Nayê qebûlkirin ku metneke wêjeyî û çêkirî bibe mijara hiqûqa cezayê. Di çarçoveya azadiya fikr û xweîfadekirinê de hatiye nvîsandin. Hêmayên sûcê ‘propagandaya rêxistinê’ çênebûne. Daxwaza beraeta miwekîlê xwe dikim.” 
 
JI BO MUTALAA Û DÎROKA ÇAPKIRINÊ HATE TALOQKIRIN 
 
Dadgehê biryar da ku ji bo lêkolînkirina dîroka çapkirina pirtûkê ji emniyetê re nivîs were nivîsandin û ji bo amadekirina mutalaayê dosya ji dozgeriyê re were şandin û doz taloqî 9’ê kanûnê kir.