Li çar bajaran 19 kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 11:35 18 Îlon 2024
  • |
img
İZMİR - Di serdegirtinên malan de ku navenda wê Îzmîr bû, Akademîsyenê Aştiyê Dr. Mehmet Zencîr jî di nav de 19 kes hatin binçavkirin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê ve hatiye destpêkirin, vê sibehê li Îzmîr, Antalya, Kocaelî û Konyayê 19 welatî hatin binçavkirin. Li Îzmîrê Akademîsyenê Aştiyê Dr. Mehmet Zencîr, Dr. Vedîa Yeşîm Bayanoglû, Serhat Oznûr, Sevîm Bakir û Îbrahîm hatine binçavkirin. 
 
Hat zanîn ku Dr. Mehmet Zencîr ji ber axaftinek xwe ya di konferansek li Amedê de, Dr. Vedîa Yeşîm Bayanoglû jî bi sûcdariya “propaganda rêxistinê kiriye” hatine binçavkirin. Sedema binçavkirina welatiyên din nehat hînbûn. 
 
Binçavkiriyan birin Midûriyeta Polîsan a Îzmîrê.