Hatîmogûllari: Eleqeya embara çekan ku hat dîtin bi qetilkirina Narînê re çi ye?

  • rojane
  • 10:24 18 Îlon 2024
  • |

AMED - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku serdana gora Narîn Guran kir bal kişand ser embara çekan ku li gund hat dîtin û ev pirs kir: “Gelo dixwazin vê embara çekan biparêz in? Eleqeya vê yekê bi qetilkirina Narînê re çi ye?” 

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û şandeya pê re serdana gora Narîn Guran a li gundê Çûliyê ya ser bi navçeya Rezana Amedê ve kir. Hatîmogûllari û şandeya pê re kulîlkan danîn ser gora Narînê. 
 
Hatîmogûllari di serdana gorê de axivî û got: “Em li ser gora Narîna hêja ne. Em 19  rojan li benda xeberek xêrê bûn ku ji Narînê bê wergirtin. Me digot belkî dijî. Lê piştî 19 rojan xebera mirina wê hat. Li ser mirina Narînê tiştên pirr mezin qewimîn. Bi hezaran zarok bi vî awayî hatin qetilkirin. Çîroka gelek zarokan nayê zanîn. Kujerên zarokan pergala serdest a mêran e. Ev pergal li deverên xwecihî desthilatdariya mîkro ya desthilatdariyê ye. Ez carek din Narînan, Ceylanan, Ûgûran, Cemîleyan û hemû pidik û zarokên hatine qetilkirin bi bîr tînim. Vê pergala mêrane heta îro kuejrên, tacîzkaran û tecawizkaran parast. Lê vê pergalê zarok û jinan neparast.”
 
'PARASTINA ZAROKAN WEZÎFEYA CEMAWERIYÊ YE’ 
 
Hatîmogûllari diyar kir ku îro desthilatdariyek ku qanûna bi hejmara 6284 ku pêşî li tundiya li ser jinan û zarokan bigire li ber nîqaşê vekiriye heye û wiha got: “Peymana Stenbolê ji bo parastina jinan û zarokan e. Kuştina Narînê jî û kuştina jinan jî cînayetên polîtîk in. Zarok siberoja vê civakê ne. Ji bo zarok li derdora xwe bi awayek bextewar bijîn û lîstikên xwe bilîzin, ev yek wezîfeya civakê û cemaweriyê ye. Israra di qanûnên parastina zarokan de wezîfeya cemaweriyê ye. Ji bo zarok dikaribin bijîn û bi îstîsmarê re rû bi rû nemînin, ev yek wezîfeya cemaweriyê û ya me ye. Ji bo me vê yekê pêk neanî em xwedî li Narînan derneketin.” 
 
Hatîmogûllari bal kişand ser pêvajoya qetilkirina Narîn Guran û wiha axivî: “Qewimandina vê bûyerê ku li Çûliyê pêk hatiye, nîşanî me dide ku polîtîkayên dewletê li vî gundî hatine pêkanîn û ev der rûyek din ê dewletê ye. Zarok di heman demê de kirdeya civakê ne. Mudaxileyên li hemberî wan, ya girîng jî heke tu li Çûliyê hatibî dinê, çarenûsa wan wisa ye. Em ji destpêka bûyerê ve dişopînin û ji bo ku çavdêriyên me bandorek negatîf li ser pêvajoya dozê neke, me tiştek bi raya giştî re parve nekir. Ji ber ku windakirin û kuştina Narînê nehatin eşkerekirin, lewma pirsên tên kirin ferasetên di nava rêxistinên dewleta kûr de û di nava leşker û polîsan de aciz kirin. Leşker û polîsên vê dewletê ku xwedî wê derfetê ne û dikarin cînayeta herî kûr a mafyayê bi awayek profesyonel derxin holê lê cînayeta Narînê vedişêrin û dernaxin holê.
 
POLÎTÎKAYÊN DEWLETÊ DEŞÎFRE KIRIN
 
Doza Sûsûrlûkê çawa aşkere kiribû ku dewlet û mafya ketina nava hev û organizasyona qirêj derxistibe holê li vir jî qetilkirina Narînê li Çulî hêzên mîlîtarîst û polîtîkayên dewletê deşîfre kirine. Parlamenterê partiyeke siyasî çawa dikare derkeve û bêje: ‘Em dizanin çi bûye lê di navbera malbatê de ye em li ser vê naaxivin’. Ew bi gotina malbatê behsa malbata Guran dike, an dewlet bi xwe ye? Ev mijareke lêpirsînê ye. Sûc e ku parlamenterê partiya siyasî nekeve ber lêpirsînê. Em ji ber axaftina wî giliyê wî dikin. Em rayedaran vedixwînin ku kirariyan bidin destpêkirin. Bila pergala wan a dostaniyê ku avakirine nebe. Pergala wan dostaniyê cenazeyê Narîna biçûk a di vê gorê de ye, dostaniya li ser bedena wê hatiye avakirine, ev nabe dostaniya mirovan. Ya van tifaqa JÎTEM’ê ye. 
 
TÊ XWESTIN KU DEPOYA ÇEKAN WERE PARASTIN
 
Em vê qet qebûl nakin. Li Çulî çi heye? Gule derketine, depoya çekan heye. Ya ku tê xwestin were parastin ev depoya çekan e? Li Kurdistanê wekî din çend depoyên çekan hene. Têkiliya vê ya bi qetikirina Narînê re çi ye? Bi kîjan armancê û ji aliyê kê ve tê servîskirin ku malbat dê çawa îfadeyê bide? Tevî ku li ser dosyayê biryara veşartinê heye jî çawa ku îfade hatin dayîn ji çapemeniyê re hatin parvekirin. Bi kîjan armancê hatin parvekirin? Divê ev derkeve holê. Narîn çawa hate qetilkirin, kê qetil kir? Ev kujer kî ne û çima tên parastin? Piştî ku Narîn hate qetilkirin bi armanca hemû delîl ji holê bên rakirin di biniya avê de gorek hatiye çêkirin. Kê ev agahiyên teknîkî dane kesên ev tişt kirine? Kê ev tişt pêk anîye? Piştî kuştina Narînê gelek pirs û pirsgirêkan re rû bi rû hate hiştin. 
 
EM Ê HETA DAWIYÊ BIŞOPÎNIN 
 
Em ê weke DEM Partiyê heta ku kujerên Narînê derdikevin holê, heta ku ev pirs bên bersivandin em ê şopdarên dozê bin. Ev doz ji bo ku zarok neyên qetilkirin dê berdewam bike. Dibêjin ya ‘Zarok naqîrin, gilî nakin’. Ez ji we rica dikim bihêlin bila zarok biaxivin, bila li dijî tundiya li wan tê kirin bêdeng nemînin. Êdî her dayik ditirse ku zarokê xwe ji kesekî herî nêzî xwe re bihêle. Ev ne travmaya Amedê, ya Stenbol, Enqere û Îzmîrê ye. Em ê ji ber vê yekê heta dawiyê doza Narînê bişopînin. Heta ku em hawîreke ku zarok li vê erdnîgariyê neyên îstîsmarkirin, li parkan bêyî fikaran bilîzin û keyfxweş bin ava nekin têkoşîna me dê bidome. Ez li ser gora Narînê dixwazin careke din vê bêjim; Bila gundiyên ku bûna baregeha hin partiyan jî vê bizanin. Ev çek dê gundî li nav hev bixin. Em alîgirên çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd in. Li ser navê Narîna hêja û hemû jinên li Tirkiyeyê û Kurdistanê em vê dibêjin ‘Em jin dê xwedî li mafê we yê jinan derkevin.’ Cenazeyê te jî hatiye îşkencekirin. Ji ber vê yekê ewqas xemgînin ku nikarin bi peyvan bînin ziman. Ji bo ku weke te tiştek bi zarokên din neyê em ê têbikoşin. Ez civakê vedixwînim ku di vê mijarê de zêdetir têbikoşin.”