Bi sedhezaran kes dê beşdarî mîtînga 'azadiyê' bibin

  • rojane
  • 10:05 18 Îlon 2024
  • |
img
AMED - Ji bo mîtînga "Em li dijî komployê li ber xwe didin, em ji bo azadiyê dicivin" ku dê di 13'ê Cotmehê de li Amedê bê lidarxistin, wê li 5 herêman bênavber xebat bên kirin û hemû beşên civakî wê ji bo mîtîngê bên vexwendin.
 
Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin û azadiya wî ya fizîkî û çareseriya pirsgirêka kurd wê di 13’ê cotmehê de li Amedê mîtîngeke mezin bê lidarxistin.
 
Platforma Saziyên Demokratîk, di 12’ê Îlonê de li Amed û Stenbolê bi daxuyaniya “Em li dijî komployê li ber xwe didin, em ji bo azadiyê li Amedê dicivin” starta mîtîngê da. Di daxuyaniya platformê de hat diyarkirin ku kampanyaya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurdî re çareserî" derbasî qonaxeke nû bûye û wê di 13'ê Cotmehê de li Amedê mîtîngeke mezin bê lidarxistin.
 
LI 5 HERÊMAN XEBAT
 
Der barê çalakî û bernameya mîtîngê de hûrgulî zelal dibin. Navnîşana mîtîngê wekî Qada Îstasyonê hat diyarkirin. Ji bo çalakiyên mîtîngê heyetên li Stenbol û Amedê ku di nav de hunermend û siyasetmedar jî hene, wê heta roja mîtîngê li hemû bajaran li qadan bin. Heyet wê bi çalakiyên wekî civînên gel ên li Marmara, Ege, Çûkûrova, Anatoliyaya Navîn û Kurdistanê bi hezaran kes bên cem hev. Armanca sereke ya çalakiyan wê vexwendina gel ji bo mîtîngê be.
 
Bi taybet di 10 rojên dawî de hemû parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê li qadan bin. Parlamenter dê li hemû bajar û navçeyan, bajar bi bajar, gund bi gund û mal bi mal mîtîngan li dar bixin.
 
Heyetên ku xebatên mîtîngê dimeşînin dixin dê hemû partiyên Kurdistanî, CHP, DEVA, Partiya Demokrat, Partiya Pêşerojê û partiyên din ên çep û sosyalîst ziyaret bikin û vexwînin mîtîngê. Her wiha dê alim, komele, rewşenbîr, hunermend û rûsîpiyên Kurdistanê jî bên ziyaretkirin.
 
WÊ KURDISTAN BIHERIKE AMEDÊ!
 
Ji hemû bajarên Kurdistanê dê gel bi otobusan beşdarî mîtîngê bibe. Her wiha wê li bajarên Tirkiyeyê jî tevlîbûneke xurt bê kirin. Bi vê armancê tê xwestin ku bi sed hezaran kes beşdarî mîtîngê bibin.
 
Hevserok û berdevkên Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê beşdarî mîtîngê bibin. Di mîtîngê de wê serokên partiyên çep û sosyalîst û serokên partiyên Kurdistanî jî biaxivin.
 
Ji bilî siyasetmedarên wekî Leyla Zana û Gultan Kişanak, wê bi sedan rewşenbîr, nivîskar û hunermend jî ji bo mîtîngê bên vexwendin. Kesên ji pêvajoyên pevçûnî bandor bûne û malbatên zarokên xwe winda kirine jî dê beşdarî mîtîngê bibin.
 
Her sazî, komele û partiyên siyasî wê bi ala û pankarta xwe beşdarî mîtîngê bibin. Hemû beş wê di çarçoveya tecrîd û pirsgirêka kurd de axaftinan bikin. Her wiha herî kêm 2 hunermend dê di mîtîngê de derkevin ser dikê.
 
MA / Mujdat Can