Li Stenbolê kesekî întîhar kir

  • rojane
  • 15:32 17 Îlon 2024
  • |
img
STENBOL - Li navçeya Sûltanbeyliyê kesekî li AVM’ê întîhar kir. 
 
Kesekî ku navê wî nehate zanîn li navçeya Sûltanbeylî ya Stenbolê întîhar kir. Ji bo kesê ku li Navenda Dan û Standinê (AVM) întîhar kir, tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tevî hemû mudaxileya tîmên tenduristiyê jî wî kesî jiyana xwe ji dest da.